Qurbaniyên komkujiyên Kanûnê li Torontoyê hatin bîranîn
Kesên ku di komkujiyên Roboskî, Mereş û 19'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan, li Torontoyê hatin bîranîn.
Kesên ku di komkujiyên Roboskî, Mereş û 19'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan, li Torontoyê hatin bîranîn.
Ji ber salvegera komkujiyên Roboskî, Mereş û 19'ê Kanûnê, li bajarê Toronto yê Kanadayê civîneke bîranînê hate lidarxistin.
Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a li Torontoyê, Kurdsitanî li Navenda Civaka Kurd a kanadayê li hev kom bûn û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyan dest bi civîna bîranînê kirin.
Bi navê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê belavokek hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku girtiyên bi berxwedana li dijî faşîzmê şehîd bûn, ewladên herî hêja yên mirovahiyê ne û hate gotin, "Em mirovên xwe yên li Mereşê û Roboskî hatin qetilkirin, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin." Hate ragihandin ku dewleta Tirk a faşîst heman komkujiyê îro jî li ser gelê Kurd ferz dike.
Di çalakiyê de komkujî hatin şermezarkirin û bang li gelê Kurd hate kirin ku li hemberî komkujî, asîmîlasyon û qirkirinê bêdeng nemîne.
Di civîna bîranînê de sînevîzyonek li ser komkujiyên Mereş û Roboskî hate nîşandan. Her wiha bi helbestan qurbanî hatin bîranîn.
Civîna bîranînê ku bi sedan Kurdistanî tevlî bûn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.