Qetlîama Parîsê li Reîmsê hat protestokirin
Ji bo şermezarkirina Qetlîama Parîsê û bibîranîna şehîdan meşek li Reîmsê hat lidarxistin.
Ji bo şermezarkirina Qetlîama Parîsê û bibîranîna şehîdan meşek li Reîmsê hat lidarxistin.
Ji bo bibîranîna Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ku di êrîşa li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê hatin qetilkirin, li qada avahiya şaredariyê ya li bajarê Reîms ê Fransayê, bi sedan Kurdistaniyan û dostên wan çalakî li dar xist.
Akademîsyenê Kurd Seydo Aydogan ku li vir axavtinek kir û destnîşan kir ku diyar e qetlîam ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye organîzekirin û got ew qetlîamê qebûl nakin. Piştî axavtinan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Jin jiyan azadî“ ber bi navenda sûka Reîmsê ve dest bi meşê hat kirin.
Çalakî li navenda sûka Reîmsê, bi sirûda Çerxa Şoreşê bi dawî bû.