Qetlîama Parîsê li Lefkoşayê hat protestokirin

Li Lefkoşa ya paytexta Qibrisê, qetilkirina sê jinên şoreşger li Parîsa paytexta Fransayê, li ber Balyozxaneya Fransa hat protestokirin.

Bi boneya salvegera 10’emîn a şehadeta Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, Kurdistanî û dostên xwe li ber Wezareta Karên Hundir a Qibrisê hatin ba hev û, ber bi Balyozxaneya Fransayê ve meşiyan.

Anarşîst, ANTÎFA ya Lefkoşayê, Ramon û IWW jî tev li çalakiyê bûn. Wêneyên sê jinên şoreşger ên hatin qetilkirin, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kızıl li ser, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û HPG’ê hatin hildan.

Gava meşê, dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla“, “Bijî Serok Apo“, “Bijî PKK“, “PKK tolhildan“ û “Sara, Rojbîn, Ronahî, jin, jiyan azadî“ hatin berzkirin.

Meş, li ber Balyozxaneyê veguherî mîtîngê, çalakî bi rêzgirtina ji bo sê jinên şoreşger dest pê kir. Danezana ku MeclÎsa Gelê Kurd a Kibrisê amade kiribû hat xwendin û siyasetmedar Lezgîn Serhat û Hevseroka Meclisa Gelê Kurd a Kibrisê Fatma Dogan axivîn û çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.