PS‘ê ji bo Zara Muhammedî pêşnûme da Meclîsa Swîsreyê

Parlamentera Partiya Sosyalîst (SP/PS) Fehlmann Rielle Laurance, ji bo Zara Muhammedî ya bi hinceta perwerda zimanê Kurdî dide zarokan hatibû girtin, pêşnûme da Meclîsa Swîsreyê.

Zara Muhammedî mamosteyeke Kurd a zimanê Kurdî ye li rojhilatê Kurdistanê. Ew li Sine dersên Kurdî dide şagirtên xwe û ji ber vê yekê jî bi hinceta “Gefê li ewlekariya neteweyî“ dike 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û hate girtin. Parlamentera Partiya Sosyalîst (SP/PS) Fehlmann Rielle Laurance, ji bo mamosteya Kurd Zara Muhammedî pêşnûme da Meclîsa Swîsreyê.

Pêşnûmeya ku ji aliyê Partiya Sosyalîst (SP/PS) Parlamentera Cenevre ya Federal a Swîsreyê Fehlmann Rielle Laurance ve li ser navê Koma SP’ê hat pêşkêşkirin de, hat destnîşankirin ku cezayê ku ji aliyê Dadgeha Sine ve li Zara Muhammedî hatiye dayîn, di encama polîtîkayên rejîma Îranê yên cudakariya li dijî Kurdan û gelên din e.

Di pêşnûmeyê de hate bibîrxistin ku li Swîsreyê 4 zimanên fermî tên axaftin û bang li hikûmeta Swîsreyê hat kirin ku ji bo ku hemû kêmneteweyên etnîkî bi zimanê xwe yên zikmakî perwerdeyê bibînin, zextan li rayedarên Îranê bikin.

Di pêşnûmeyê de ev tişt hate gotin:“ Zara Muhammedî bi hinceta zimanê Kurdî hînî xwendekarên Kurd kiriye 5 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Doza vê mamosteyê, sembola siyaseta cudaxwaz a rejîma Îranê li dijî Kurd û kêmeneteweyên din e.