Protestokirina Komkujiya 9’ê Çileyê li Ewropayê didome - HATE NÛKIRIN - II

Di çalakiyên ku Şehîdên Parîsê hatin bîranîn de, hat xwestin ku dewleta Fransa biryara nepeniyê ya li ser dosyayên dozê de rabike û edaletê pêk bîne.

Komkujiya Parîsê li Oslo, Goteborg, Zurîh û Freîbûrgê bi mîtîngan hat lidarxistin.

ATÎNA

Ji bo Şehîdên Parîsê, li Kampa Lavrîo ya girêdayî paytexta Yewnanistan Atînayê bernameyek a bîranînê hat lidarxistin. Li qada bîranînê pankartên ku wêneyên Şehîdên Parîsê û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên 4’ê Çileya 2016’an li Silopiyayê şehîd bûn, li ser bûn û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin daliqandin.

Gelê Kurd, anarşîst, komên çep û sosyalîst ên Yewnanî û rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî tevlî bîranînê bûn. Destpêkê ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Navenda Çanda Kurd a Atînayê axaftin hat kirin. Peyamên li ser navê Rêxistinên Şoreşger ên Tirkiyeyî hatin şandin, hatin xwendin. Bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.

Piştî axaftinê bi helbest û muzîkê, sînevîzyonek hat temaşekirin.

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

BOLOGNA

Li bajarê Bologna yê Îtalyayê, li ser banga TPO û LABAS’ê saziyên Rete Jin Bologna, VAG61 û Mûjeres Lîbers hatin ba hev Komkujiya Parîsê ya 1’emîn û 2’emîn protesto kirin. Pankart û dovîzên têkildarî edalet ji bo gelê Kurd, hatin vekirin. Helwesta Fransa û dewletên Ewropayê ya li hemberî komkujiyan, hat protestokirin û banga xwedî derketina li gelê Kurd hat kirin.

Di çalakiyê de nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî azadiya jinê, hat xwendin û qala girîngiya şoreşa jinê hat kirin. Her wiha hat gotin ku dewleta Tirk her roj li qadên gerîla û cihên sivîlan, çekên qedexekirî û kîmyewî bi kar tîne û bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku demildest bikevin tevgerê.

Pankarta li ser hatî nivîsîn, “Abbraccîamo îl popolo Kurdo” (Em gelê Kurd hembêz bikin” li qada Nettûno hat vekirin û pelên gulan berdan ser.

Çalakî rastî eleqeyek mezin hat. Di çalakiyê de ala PKK’ê ya mezin û bi dehan wêneyên Abdullah Ocalan û şehîdan hatin vekirin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan, hetanî saetên derengî dewam kir.

TORONTO

Ji bo protestokirina komkujiyên Parîsê, li bajarê Toronto yê Kanadayê bernameyek a bîranînê û meş hat lidarxistin.

Bi sedan Kurdistanî, li ser banga Komuna Jinên Azad a Sara li Navenda Civaka Kurd a Kanadayê hatin ba hev û ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz girtin.

Di merasîmê de li ser navê Komuna Jinên Azad a Sara belavokek hat xwendin û Komkujiya Parîsê ya 1’emîn û êrîşên dawî yên li Parîsê li dijî Kurdan hatî kirin, hat şermezarkirin.

Sînevîzyonek têkildarî jiyana sê jinên Kurd ên şoreşger ên berî 10 salan li Parîsê hatin qetilkirin, hat temaşekirin. Piştre dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.

Piştî bîranînê, girse ji avahiya Navenda Civaka Kurd heta çerxerêya Keele-Wîlson ku piranî Kurd lê dijîn, qasî saetekê meşiyan û dovîzên ku wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Emîne Kara, M. Şirîn Aydin û Abdûrrahman Kizil li ser bûn, hildan.

Girseyê di dawiya meşê de li çerxerêyê, deqeyek rêz girt û daxuyanî da.

Bi sedan belavokên Îngilîzî yên têkildarî her du komkujiyên Parîsê, hatin belavkirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî, Sara Rojbîn Ronahî” bi dawî bû.

HAMBÛRG

Bi boneya salvegera 10’emîn a şehadeta sê pêşengan, li ber Balyozxaneya Fransa ya li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê çelenga reş hat danîn.

Çalakî ji aliyê pêkhateyên Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê ve hat lidarxistin û bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Di çalakiyê wêneyên sê jinên şoreşger hatin hildan.

Nûnerê/a CENÎ’yê li ber balyozxaneyê axivî û destnîşan kir lêgerîna jinên Kurd a edaletê dewam dike.

Beriya ku çalakî bi dawî bibe, nûnerên Meclîsa Jinan a Rojbîn, çelenga reş a ku wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez li ser bûn danîn ber deriyê balyozxaneyê û find vêxistin.

OSLO

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Norveç Osloyê dijîn, ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin, li ber Balyozxaneya Fransayê hatin ba hev.

Çalakî bi pêşengiya Platforma Jinên Kurd a Norveçê hat lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, nûnerên Defend Kurdistan, Kvînnefronten û Solîdarîstet med Kurdistan axivîn.

Piştre çelenga reş li ber balyozxaneyê hat danîn û find hatin vêxistin.

Aktîvîsta Defend Kurdistanê Lîda Weerts axivî û wiha got: “9’ê Çileya 2013’an Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê servîsa îstixbarata Tirk ve hatin qetilkirin. Bi awayek eşkere li holê ye ku Komkujiya Parîsê ya 23’ê Kanûna 2022’an, dewama Komkujiya 9’ê Çileyê ye. Ji ber hesab ji faîlên vê komkujiyê nehat pirsîn, Komkujiya Parîsê ya 2’emîn qewimî. Em jin ji dewleta Fransa dixwazin ku dosya dozê ji nû ve vebikin, biryara nepeniyê rabikin û edalet cihê xwe bibîne.”

Alîkara Serokatiya Kvînnefronten Maîken Lîûm jî di mîtîngê de axivî û şehîdên jin ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, bi bîr anî û wiha got: “Evîn Goyî ya ku salên dirêj ji bo azadiya jinan li dijî zihniyeta paşverû têkoşiya, li navenda Parîsê hat qetilkirin. Em jin dixwazin ku edalet û rastî derbikevin holê. Êdî dem hatiye ku hikûmeta Norveçê ji êrîş û komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd pêk tîne re, bibêje bes e. Em dixwazin ku Norveç vê mijarê biragihîne Neteweyên Yekbûyî.” Lîûm banga têkoşîna hevpar li hemû jinên cîhanê kir.

Di mîtîngê de herî dawî dostê Kurd û parlamenterê berê Erlîng folkvord jî mafê axaftinê girt. Folkvord komkujiyên Parîsê şermezar kir û got: “Dostên gelê Kurd ne tenê çiyane, em her tim bi gelê Kurd re ne. Em dixwazin ku sûcdar û hzên veşartî yên li pişt, derkevin pêşberî edaletê.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî, Sara Rojbîn Ronahî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

FREÎBÛRG

Di salvegera 10’emîn a Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an de, li Platz der Alten Synagoge ya bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, standa bîranînê hat danîn.

Stand bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Nûda ve hat danîn. Bîranîn bi serdanên Kurdistaniyan, sê saetan dom kir. Çalakî bi baranek bi hêz de hat lidarxistin, belavok hatin belavkirin û têkildarî komkujiyê agahî hatin dayîn.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Nûda têkildarî komkujiyên 9’ê Çileya 2013’an û 23’ê Kanûna 2022’an axaftin hat kirin û wiha hat gotin: “Têkoşîna Sara li Kurdistanê destpê kir, li Rojhilata Navîn belav bû û îro jî li hemû cîhanê deng vedide. Sara hevalek me bû ku jiyana xwe diyarî tevgera jinên Kurd kir. Têkoşîna wê, wê bibe têkoşîna me.”

GOTEBORG

Li bajarê Goteborg ê Swêdê Kurdistanî li navenda sûkê hatin ba hev û ji bo sê şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakî li dar xistin.

Di axaftinên hatin kirin de, wiha hat gotin: “Komkujiya Parîsê di encama polîtîkaya dewleta Fransayê de qewimî. Fransa divê vê bûyerê û agahiyên sê jinên şoreger ên 9’ê Çileya 2013’an hatin qetilkirin, parve bike. Divê bi gotina sirê dewletê, dest ji parastina kujeran berde. Berpirsê vê komkujiya nehatî eşkerekirin, wê Fransa be.”

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Faşîst Tirkiye”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

ZURÎH

Kurdistanî bi boneya salvegera 10’emîn a Komkujiya Parîsê, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê daketin qadan.

Kurdistaniyan xwest ku dewleta Fransa biryara nepeniyê ya di dosyaya dozê de rabike. Çalakgeran berê xwe dan Balyozxaneya Fransayê.

Girseya ku li ser banga Meclîsa Jinan a Bêrîtan li ber balyozxaneyê hat ba hev, xwestin ku komkujiyên 9’ê Çileya 2013’an û 23’ê Kanûna 2022’an bên ronîkirin û berpirsên rast bên eşkerekirin.

Girseyê wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer hildan û li vir deqeyek rêz girtin.

Sîdar Aydin li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) axivî û got: “Îro em hatine vir da ku hêrsa xwe ya li dijî komkujiyan nîşa bikin.”

Piştre Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Selma Surer jî axivî û destnîşan kir ku ew ê destûr nedin ku dewleta Fransayê komkujiyek din binixûmîne.

Di dawiya çalakiyê de, dosyayek radestî rayedarên balyozxaneyê hat kirin. Şandeyê çelenga reş danî ber deriyê balyozxaneyê û piştî xwendina metna daxuyaniyê, belav bûn.

MÛNÎH

Li bajarê Mûnîh ê Elmanyayê, Meclîsa Gelê Kurd bi boneya salvegera Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê çalakiyek li dar xist. Kurdistaniyên li ber Konsolxaneya Fransa hatin ba hev, wêneyê şehîdên komkujiyên Parîsê hildan.

Divê navberê de Konsolosê Fransayê hat qada mîtîngê, li daxwazên Kurdistaniyan guhdarî kir. Konsol xemgîniya xwe ya ji ber qetlîamê anî ziman û got: "Ez xemgînî û hêrsa we fêm dikim. Ez êşa we parve dikim. Ez soz didim ku dê dosyaya ku ji min re hatiye dayîn radestê ez ê bigihînim cihê pêwîst.“

Mîtîng bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Jin jiyan azadî, Sara Rojbîn Ronahî", "Bijî Serok Apo" û  "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.

STÛTTGART

Ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, mîtîng hat lidarxistin. Mîtîng li ber enstîtuya Fransî ya li Qada Stûttgart Berlîner Platzê, hat lidarxistin. Di mîtîngê de destpêkê belavokên Elmanî yên têkildarî daxwazên jinan, hatin xwendin û wiha hat gotin:

“Berî 10 salan ji pêşengên tevgera azadiya jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin qetilkirin. 10 sal piştî vê komkujiyê 23’ê Kanûna 2022’an jî bi heman rêbazê dîsa li Parîsê hunermend Mîr Perwer, Evîn (Emîne Kara) û Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin. Ev komkujiyên li Parîsê, bi bîra me dixin ku em bawerî bi dewletên netewe neyînin. Heta ku edalet pêk tê, em têbikoşin.”

Nûnerê ICOR’ê (Rêxistina Karkeran a Navneteweyî) axivî û ev daxwazên xwe anî ziman: “Elmanya, Fransa û dewletên din ên emperyalîst ji bo çewisandin û krîmanîlîzekirina têkoşîna azadiyê, bi hev re dixebitin. Lewma komkujiyên li Parîsê, bila bên ronîkirin, dawî li qedexeya PKK’ê bê anîn û qanûna têkoşîna bi terorê re 129 A û 129 B bê rakirin.”

Mîtînga ku TJK-E Baden Wurttembergê li dar xist, li ber Enstîtuya Fransî ya qada Berlîner Platz di navber saet 15.00 -17.00’an de pêk hat.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Wêneyên mezin û alên şehîdên her du komkujiyan, hatin hildan. Belavokên têkildarî her du komkujiyan, ji kesên li bajêr dijîn re hat belavkirin.

TJK-E Baden Wurttembergê eşkere kir ku wê ji vir û şûnde her roja Çarşemê, heta ku komkujiyên Parîsên tên eşkerekirin wê çelenga reş, weke sembolîk li ber Enstîtuya Fransayê danin.

BERN

Kurdistaniyên li Kantona Bern ê Swîsreyê dijîn, ji bo protestokirina komkujiyên li paytexta Fransa Parîsê qewimî ne, li ber Balyozxaneya Fransayê hatin ba hev. Kurdistaniyan wêneyên Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî), Emîne Kara (Evîn Goyî), M. Şirîn Aydin (Mîr Perwer) û Abdûrrahman Kizil hildan û alên KCK’ê hildan.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, Hevseroka Komeleya Çanda Kurd a Bernê Munîr Ay li ser navê Kurdistaniyan axivî. Ay destnîşan kir ku dewleta Tirk berî 10 salan 3 jinên pêşengên têkoşîna azadiya Kurd, qetil kir û got: “Gelê me mîrateya pêşengên xwe, dewr girt. Hefteya borî jî li Parîsê sê hevalên me, hatin şehîdxistin. Ev ne tesaduf in. Ev êrîş wê negijin armanca xwe.”

Piştî axaftina Ay daxuyaniya bi Elmanî hat xwendin. Kurdistaniyan piştre çelenga reş danîn ber Balyozxaneya Fransayê.

KOPENHAG

Li bajarê Kopenhag ê Danîmarkayê bi pêşengiya endamên Meclîsa Jinan û Danîmarkayiyan, ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê ya 1’emîn û 2’emîn û ji bo bîranîna Şehîdên Parîsê, li ber Balyozxaneya Fransayê hatin ba hev.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Alên ku wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li ser bûn, li ber deriyê avahiya Balyozxaneya Fransayê ve hatin daliqandin. Di axaftinên hatin kirin de, hat gotin ku divê komkujî bên ronîkirin û hat diyarkirin ku bi pêşengiya jinên Kurd ruhê azadiyê pêl bi pêl belav dibe. Hat diyarkirin ku wê hesab ji faşîzma Tirk a berpirsê yekem ê komkujiyan e, bê pirsîn.