Prof. Barry Gîlls: Çareya rizgarbûna ji sîstema Kapîtalîst, Abdullah Ocalan e

Prof: Barry Gîlls di konferansa “Em cîhana xwe şûn de dixwazin” de axivî û got: “Çareya rizgarbûna ji sîstema kapîtalîst Abdullah Ocalan e. Mîna ku Abdullah Ocalan gotiye, divê ji paşerojê ders bê girtin.”

Bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “Li Dijî Modernîteya Kapîtalîst Rabûn” di roja duyem a konferansa bi sernavên “Em cîhana xwe şûn de dixwazin”, “Li ber xwe bide, şûn de bistîne û ji nû ve bistîne” û “Perwerdeya serbixwe bike û rêxistin bibe” de; bi moderaturtiya Havîn Guneser panel hat lidarxistin û konferans bi vî awayî dewam kir. Civaknas Nazan Ustundag, Berdevka KJAR’ê ya Ewropa Maryam Fathî, Profesorê Pêşketina Gerdûnî ya Zanîngeha Helsînkiyê Barry Gîlls û Aktîvîsta Defend Kurdistanê ya Îtalî Veronîca Maîo tevlî panelê bûn.

Berdevka KJAR’ê ya Ewropayê Maryam Fathî destpêkê di panelê de axivî û diyar kir ku jinên Rojhilat û Îranê hîna germbûna şoreşa “Jin Jiyan Azadî” dijîn û got: “Sîstema ku kapîtalîzma mêr avakirî, dibe sedemê qirkirina jinan. Hemû qadên jinan ji aliyê sîstemê ve hatiye dagirkirin. Jinên ku li dijî vê yekê radibin jî, rû bi rûyê şîdet û komkujiyan dimînin. Rejîma Îranê yek ji pêşengên sîstema ku dijminahiya jinan dike ye. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li dijî sîstema Îranê hemû beşên civakê kir yek.”

ABDULLAH OCALAN LI DIJÎ SAZIYÊN DEWLETÊ, PIŞTEVANIYA CIVAKÎ PÊŞNIYAR DIKE

Piştre Civaknas Nazan Ustundag bal kişand ser erdheja mezin a ku navenda wê Mereş e û wiha got: “Di erdhejê de sê bajêr bi temamî tune bûn. Xebatên alîkariyê yên rizgarkirinê jî piştî sê rojan hatin. Li Tirkiyeyê tişta ku bûyî sedema mirina mirovan, mantiqê avahiyan e. Dewlet ji ber ku ji çanda piştevaniyê ditirse, mirovên dilxwazên alîkariyê jî asteng kir. Abdullah Ocalan li dijî saziyên dewletê, civakbûyînê esas digire.”

ÇAREYA RIZGARBÛNA JI VÊ SÎSTEMÊ, ABDULLAH OCALAN E

Profesorê Pêşketina Gerdûnî ya Zanîngeha Hambûrgê Barry Gîlls jî diyar kir ku niha demê herî xerab a di dîroka mirovahiyê de tê jiyîn û ev tişt anî ziman: “Sînorek ê kapîtalîzmê nîn e. Hewldana kapîtalîzmê ya pêşketinê, dibe sedemê çêbûna krîzan. Medeniyetên cuda yên cîhanê ji nedîtî ve tên û wan tune dikin. Çareya rizgarbûna ji vê sîstemê Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan ji bo Kurdan rêyek a derketinê vekir. Mîna ku Abdullah Ocalan gotiye, divê ji paşerojê ders bê girtin û divê em li ser nîqaş bikin ku rêyek çawa dişopînin. Divê em serî li ber kapîtalîzmê netewînin û çalakiyan bikin.”

Piştre aktîvîsta Defend Kurdistanê ya Îtalî Veronîca Maîo jî di panelê de axivî û got ku divê li ser esasê fikirên Abdullah Ocalan li dijî kapîtalîzmê têkoşîn were kirin.