Li Londonê di 14’ê Tebaxa 2016’an de ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê bi daxwaza ‘Azadî ji Ocalan re’ meşek hatibû lidarxistin. Di vê meşê de polîsê bi navê Marcûs Tyson li dijî çalakgeran bi zimanekî nijadperest û êrîşkar gotibû: “Ev der welatê min e, tiştên ku divê ez bikim hûn nikarin ji min re bibêjin.”
Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê vî polîsê nijadperest gilî kiribû û doz hatibû vekirin.
Piştî darizandina du salan polîs Tyson ji kar hate avêtin. Serokê dadgehê Lûîsa Cîecîor got ku vê helwesta polîs nayê qebûlkirin û ji bo helwesta polîs jî got: “bêhurmet û nijadperest e.”