Polîsan êrîşî meşa ji bo Abdullah Ocalan a li Berlînê kirin
Meşa ku di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” li paytexta Elmanya Berlînê bihata lidarxistin, ji ber astengiyên polîsên Elman destpê nekir.
Meşa ku di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” li paytexta Elmanya Berlînê bihata lidarxistin, ji ber astengiyên polîsên Elman destpê nekir.
Meclisa Jinan a Dest Dan û Nav-Berlînê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî" di 10'ê Cotmehê de bi daxuyaniyên li gelemperiya cîhanê hatibû destpêkirin, meşek li dar xist. Beriya meşê ji bo şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştre axaftinên kurt hatin kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê hatiye destpêkirin hat silavkirin.
Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz di çalakiyê de axaftinek kir û got, "Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk neyê, ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn rojên xweş nayên. Heta azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk were em dev ji van meş û çalakiyan bernadin. Em ê zîhniyeta ku di nava komploya navneteweyî de cih girtiye tu carî ji bîr nekin. Ev zîhniyet îro meşa ji bo Birêz Ocalan bê lidarxistin qedexe dike. Divê were zanîn ku em ê tu carî li hemberî van qedexeyan paşde gav neavêjin.”
Piştî axaftinan, polîsên Elman bi hinceta dirûşmên "Bijî Serok Apo" û posterên Abdullah Ocalan meşa Kurdistaniyan rawestandin. Çalakgeran qedexeya polîsan bi çalakiya rûniştinê protesto kirin.