'Pirtûkxaneya Rêbertiyê' wê li 5 bajarên Swîsreyê bigere
‘Pirtûkaxaneya Rêbertî’ ya bi armanca nasandina paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji Ewropiyan re hatibû organîzekirin, wê li Zurîh, Luzern, Solothûrn, Lozan û Cenevreyê bigere.
‘Pirtûkaxaneya Rêbertî’ ya bi armanca nasandina paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji Ewropiyan re hatibû organîzekirin, wê li Zurîh, Luzern, Solothûrn, Lozan û Cenevreyê bigere.
Çalakiya ‘standa azadiyê’ ya ku li bajarê Lozanê ya Swîsreyê ji aliyê Kurdistaniyan ve di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de bi daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê rêvebirîn, dikeve meha 5’emîn de. Her wiha ‘Pirtûkaxaneya Rêbertî’ ya bi armanca nasandina paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji Ewropiyan re hatibû organîzekirin, wê di navbera 26 û 31’ê Adarê de li 5 bajarên Swîsreyê jî bigere.
Ji 24’ê Mijdara 2021’an ve her roja Çarşemê ji aliyê endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve çalakiya standê tê lidarxistin. Standa ku li Place du St Laurent a Lozanê tê vekirin de der barê fikir, felsefe û paradigmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de raya giştî tê agadarkirin.
Endama Navenda Civaka Kurd Denîz Karahan têkildarî çalakiyê axivî û got: “Em bi çalakiya xwe ji Swîsreyan re diyar dikin ku çima divê Rêberê me azad bibe. Her wiha em weke Meclîsa Gel di çarçoveya serlêdana ku ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê hatiye destpêkirin de li dora standê îmzeyan kom dikin. Heta ku Rêberê me azad bibe em ê bi biryardarî çalakiyên xwe bidomînin.”
‘Pirtûkaxaneya Rêbertî’ ya bi armanca nasandina paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji Ewropiyan re hatibû organîzekirin, wê di navbera 26 û 31’ê Adarê de li Zurîh, Luzern, Solothûrn, Lozan û Cenevreyê bigere.
Bernameya Pirtûkxaneya Rêbertî wiha ye:
26’ê Adarê, Zurîh - Helvetiaplatz, saet: 12.00 - 17.00
28’ê Adarê, Lûzern - Helvetîaplatz, saet: 13.00 - 17.00
29’ê Adarê, Solothûrn - Kreuzackerplatz, saet: 12.00 - 18.00
30’ê Adarê, Lozan - Place du St Laurent, saet: 14.00 - 18.00
31’ê Adarê, Cenevre - Plaine de Plainpalais, saet: 13.00 - 18.00