Partiyên çepgir ên Fransî ji bo Kurdan daxwaza edalet û parastinê kir
Li Fransayê bi sedan kes û gelek rêveberên partiyên çepgir jî di nav de, di rojnameya Le Monde de bangewaziya edaletê û parastina Kurdan kir.
Li Fransayê bi sedan kes û gelek rêveberên partiyên çepgir jî di nav de, di rojnameya Le Monde de bangewaziya edaletê û parastina Kurdan kir.
Zêdeyê 300 kesên ji siyaset, çand û komeleyan di rojnameya Le Monde bi hev re bangewaziyek kir. Sernavê bangewaziyê “Edalet û parastina ku Kurd heq dikin, lezgîn e“. Ji Partiya La France Insoûmmîse (LFI) Mathîlde Panot, ji Partiya Sosyalîst (PS) Olîvîer Faûre, ji kesk (EELV)an Marîne Tondelîer û ji Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Fabîen Roûssel, her wiha berdevkê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Agît Polat û pêşengeke vê hewildanê Zerrîn Bataray jî bangewazî îmze kiriye.
Di bangewaziya bi sernavê “Pêkanîna parastina û edaletê ku Kurd heq dikin, lezgîn e“ Yên bangewazî îmze kir, bal kişand ser qetlîama 23’yê Kanûnê li Parîsê hat kirin û got: “Ev êrîş ji sûcekê nijadperest wêdetir e ku ji aliyê nijadperestekî ve hatiye kirin.“
Îmzekeran îşaret bi rolê dewleta Tirk kir û diyar kir ku rêxistina îstixbaratê ya Tirk (MÎT), bi alîkariya Gurên Boz, ji bo bêîstiqrarkirina mixelefên siyasî, şopandin û bêdengkirina wan wek navgîn bi kar tîne.
Di bangewaziyê de têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’e jî hat destnîşankirin û bertek hat nîşandan ku dewletên Ewropayê, Kurdan wek guherbarekê têkiliyên dîplomatîk ên bi Tirkiyeyê re dibînin.
Yên bangewazî îmze kir, îşaret bi têkiliya servîsên îstixbaratê yên Ewropayê bi hevpîşeyên wan ên Tirk re kir û da xuyakirin ku di çarçoveya ve hevkariyê de muxalifên Kurd bi awayekê bi rêk û pêk radestê Tirkiyeyê tên kirin.
Di bangewaziye de hat destnîşankirin ku edalet û parastina Kurdan ku heq dikin, lezgîn e. Îmzekeran xwest ku herêmên leşkerî yên gelê Kurd bêhtir bi xurtî bên parastin û PKK ji lîsta rêxistinên terorîst bê derxistin.