Partiya Çep a Kesk li Helsîngborgê buroya hilbijartinê vekir

Di merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk de Ziya Pîr ê HDP'î axivî û anî ziman ku dengê hilbijêrên li Ewropayê gelekî krîtîk e û got, "Divê mal bi mal kar bê kirin."

Karên hilbijartinê yên li derveyî welat ên Tifaqa Ked û Azadiyê dewam dikin.

Partiya Çep a Kesk li bajarê Helsîngborg ê Swêdê bi beşdariya parlamenterê berê yê HDP'ê Ziya Pîr buroya hilbijartinê vekir.

Ziya Pîr li merasîmê axivî, bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê û bang li hemû hilbijêrên Tirkiyeyî kir ku dengê xwe bidin, dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.

Ziya Pîr anî ziman ku dengên hilbijêrên li Ewropayê gelekî krîtîk in û got, "Mal bi mal divê kar bê kirin û mirov ji bo dengdanê bêne îqnakirin."

Di merasîmê de bi navê Vänsterpartiet (Partiya Çep) Ingrid Mattiasson Saarinen û Ferman Buyukkaya jî amade bûn. Saarinen piştgiriya partiya xwe ya ji bo Partiya Çep a Kesk anî ziman û got, "Divê dewleta Swêdê jî êdî bes hevkariyê bi Erdogan re bike. Divê nebe amûrek ji hilbijartinê re."

Buyukkaya jî bûyerên siyasî yên dawî yên li Kurdistanê nirxand û bal kişand ser girîngiya piştgiriya bi gelê Kurd re.