Parlamenterê SNP’ê Bill Kidd, pêşniyarek pêşkêşî Parlamentoya Skoçyayê kir ku êrişên li ser Rojava dixe rojevê. Pêşniyar, ligel SNPê ji hêla 14 parlamenterên serbixwe, Partiya Keskan û Partiya Karkeran ve hate îmzekirin û ji hêla Parlamentoyê ve hate qebûlkirin.
Di pêşniyarê de hate destnîşankirin ku êrîşên hikûmeta Sûriyeyê û komên girêdayî DAIŞê yên li ser sivîl û şervanên Kurd nayên qebûlkirin. Hat diyarkirin ku bi taybetî gelê Kurd ê koçberbûyî ku jin jî di nav de ne, hewcedarê parastin û alîkariya mirovî ya lezgîn e.
Parlamentoyê bang li Hikûmeta Skotlandê kir ku bi Hikûmeta Keyaniya Yekbûyî re hevkariyê bike, ji bo hesabpirsîna binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê û ji bo zêdekirina alîkariyên mirovî gavan biavêje.
Parlamenterên ku piştgirî dan pêşniyara Bill Kidd ev in:
Adam, Stephanie Callaghan, Bob Doris, Kenneth Gibson, Ross Greer, Jamie Hepburn, John Mason, Stuart McMillan, Marie McNair, Carol Mochan, Kevin Stewart, Paul Sweeney, Evelyn Tweed û Mercedes Villalba.