Nobeda li Berlînê bi mîtîngekê bi dawî bû
Çalakiya nobedê ya ji aliyê malbatên berxwedêrên di grevê de li paytexta Elmanya Berlînê dabû destpêkirin, bi mîtîngekê bi dawî bû.
Çalakiya nobedê ya ji aliyê malbatên berxwedêrên di grevê de li paytexta Elmanya Berlînê dabû destpêkirin, bi mîtîngekê bi dawî bû.
Malbatên 14 berxwedêrên li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrg a Fransayê di grevê de ne, li pêşiya Serokwezîrtiya Elmanya ya li Berlînê bi mîtîngekê bi dawî bû.
ATÎK, Partîzan û Partiya Çep a Kesk destek da çalakiyê. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî Berxwedana zindanan’ û ‘Em hemû Leyla ne’ hatin qîrkirin, bi sedan belavok hatin belavkirin.
Nûnera Partiya Çep a Kesk a destek da çalakiyê Nazan Hefker ji ANF’ê re axivî diyar kir ku ti rêyek din nema ku grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Divê tu kes li dijî grevan bêdeng nebin.”
Di daxuyaniya Kurdî û Elmanî hate dayîn de ev tişt hate gotin: “Ji derveyî dawîkirina tecrîda li ser Ocalan ti tişt nikare dawî li çalakiya me bîne. Divê bi lezgîn daxwazên grevên birçîbûnê bên bicihanîn.”
Di axaftinên li ser navên malbatan hatin kirin de jî hate gotin ku divê di serî de Elmanya, Yekîtiya Ewropa , CPT û saziyên mafê mirovan diparêzin dev ji bêdengiya xwe berdin.
Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.