Nobeda Edaletê 8 roj li pey xwe hişt

Navendek heye ku ji her temenî, ji her neteweyî mirov serdana wê dike. Jineke Tûnisî ku dibêje 20 sal e li Parîsê ye, vê êrîşê li dijî xwe dibîne. Finda xwe pê dixe û diçe.

Cenazeyên Emîne Kara (Evîn Goyî), Mehmet Şîrîn Aydin (Mîr Perwer) û Abdûrrahman Kizil ên 23'ê Kanûnê li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, bi hinceta karên qanûnî hîn radestî malbatên wan nehatine kirin.  Li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya jî Nobeda Edaletê dewam dike. Serdana li navendê jî dewam dike.

Li cihê ku hersê Kurd lê hatin şehîdxistin û li nava Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya goşe ji wêneyên şehîdan û kulîlkan hatiye amadekirin. Her wiha lênûskeke bîranînê ji bo şehîdan hatiye danîn û bi zimanên cuda nivîs lê têne nivîsandin. Şêniyên herêmê her roj xwarinê çêdike ji bo pêşkêşî malbatên şehîdan û mêvanan bê kirin û tînin Navendê. Restoranta Avesta jî bi kulîlkan hatiye xemilandin ku restoran li pêşiya Navendê ye û Mîr Perwer lê hate şehîdxistin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) di nava rojê de bi mêvanan re eleqedar dibe. Têkildarî rewşa dawî û pêvajoyê agahiyê dide gel.

JI HER TEMENÎ, JI HER NETEWEYÊ MIROV SERDANA NAVENDÊ DIKIN

Ji her temenî, ji her neteweyê mirov serdana Navendê dikin.

Jineke Tûnisî ku dibêje 20 sal e li Parîsê dimîne, tîne ziman ku li sektora teksîtlê her tim bi Kurdan re xebitî ye û wiha dewam dike: "Ez gelekî hez ji Kurdan dikim. Vê êrîşa nemerdane weke êrîşek li dijî xwe dibînim." Finda xwe pê dixe û diçe.

DOWÎZÊN BI NIVÎSA 'JE SUIS EVÎN'

Di nava mêvanan de Berdevka Koordînasyona Jinê ya Neteweyî ya Fransayê Suzy Rojtman jî hebû. Mirovên ji çar aliyên cîhanê hatin, dowîzên bi nivîsa "Je suis Evîn" (Ez Evîn im) hildan.

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar jî ku serdana Navendê kir, êşa malbatên şehîdan parve kir û got, "Em gelek in ku di nava şer de ne. Em li dijî dijminekî hov şer dikin. Em bi şehîdên xwe serbilind in, em ê têkoşîna wan dewam bikin. Dibêjin ku nijadperestekî êrîş kiriye; ev rast nîne. Ev rasthatin nîne, bi zanebûn êrîş hatiye kirin. Hedefa esasî ya êrîşê hevala Evîn e. Qaşo wî kesî gotiye, 'Ez li hemberî Kurdan bi hêrs im; ji ber ku DAÎŞ'î nekuştine, ew girtine'. Evîn li dijî DAÎŞ'ê şer kiribû, birîndar bûbû û ji bo bê dermankirin hatibû Parîsê. Tu yê rabe wê qetil bike. Bila serê gelê me sax be. Em ê xwedî li têkoşîna şehîdên xwe derkevin."

BERDEVKÊ CCAF'Ê: DIVÊ BÊ DÎTIN KU ÊRÎŞEKE TERORÊ YE

Yek ji kesên ku bi navê saziyê serdana Navendê kir, Berdevkê Koordînasyona Saziyên Ermen ên li Fransayê (CCAF) Franck Papazîan bû. Papazîan piştî ku serdana malbatan kir, bersiv da pirsên çapemeniyê. Papazîan pirtûka 'Metirsiya Erdogan' ku wî bi xwe amade kir, li Pirtûkxaneya Navenda Çandê ya Ahmet Kaya danî û got, "Me polîtîkayên dijminatiyê yên dewleta Tirk li Qerebaxê dît. Ev êrîşa li Parîsê ya li dijî Kurdan li gorî min êrîşeke terorê ye. Divê ev yek li ber çavan bê girtin. Dibe ku bi mejiyê nijadperestiyê hatibe kirin, lê belê nijadperestiya êrîşkar nayê wê wateyê ku ne terorîst e. Em bi hêza servîsa veşartî ya Tirk zanin. Yanî dibe ku li girtîgehê ev kes li gorî berjewendiyên xwe qezenç kiribe. Bêyî ku şopekê li pey xwe bihêle dibe ku bi vî rengî li Kurdan xistibin. Min pirtûkek bi navê 'Metirsiya Erdogan' amade kir. Li nava Tirkiyeyê û derve hevrikên xwe lawaz dike û bi vî rengî desthilatdariya mezin dike."