Nobeda Azadiyê bi koma ji Freîbûrgê dewam dike
Nobeda Azadiyê ya li Strasboûrgê bi koma ji Freîbûrgê dewam dike. Çalakgeran bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd.
Nobeda Azadiyê ya li Strasboûrgê bi koma ji Freîbûrgê dewam dike. Çalakgeran bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd.
Nobeda Azadiyê ku 25'ê Hezîrana 2012'an ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dest pê kir, di hefteya 507'an de ye.
Çalakî vê hefteyê ji aliyê endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê ve tê meşandin. Di nava komê de Huseyîn Bafê, Îbrahîm Bafê û Cafer Nas hene.
'SERKETIN WÊ BI PÊŞENGIYA JINAN PÊK WERE'
Bi navê komê Huseyîn Bafê axivî û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir. Huseyîn Bafê got, "Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê bi pêşengiya jinan bi ser bikeve."
Bafê destnîşan kir ku çalakiya li Strasboûrgê ji bo Kurdan hemûyan wezîfeyeke û got, "Azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya me hemûyan."
Bafê diyar kir ku gelê Kurd ji bo azadiyê divê yekîtiya neteweyî pêk bîne û got, "Li dijî êrişên komkujî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk divê her kes têbikoşe."