Nobeda Azadiyê bi endamên tevgera ciwanan dewam dike

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, ku saziyên Ewropayê lê ne, Nobeda 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di hefteya 549'an de ji aliyê aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger ve tê meşandin.

'Nobeda Azadiyê' ku ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê destpê kir, di hefteya 549'an de ye.

Nobedarên vê hefteyê aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger Cabbar Cîgerxwîn, Hagî Têkoşer, Şînwar Amed û Mehmet Açikgoz in.

Cabbar Cîgerxwîn bi navê komê axivî, bal kişand ser komkujiya 23'ê Kanûnê ya li Parîsê û got, "Em ê hesabê vê komkujiyê teqez bipirsin. Em ciwan gelekî bi hêrs in, lê belê alîgirê tundiyê nînin. Em dixwazin ev komkujî bê ronîkirin û berpirsyar bêne darizandin."

Cîgerxwîn bi dewamî işaret bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Nêzî 2 sal in em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin. Di serî de CPT em ji saziyên navneteweyî dixwazin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin, ji bo dawî li tecrîdê bînin tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Rêberê me ji bo me xeta sor e, em dixwazin careke din vê rastiyê li bîra her kesî bixin."