Newroz wê li Brîtanyayê ji bo Abdullah Ocalan bê pîrozkirin
Li Brîtanyayê wê bi dirûşma 'Dem dema azadiyê ye' di serî de li London, Liverpool û Edinburghê di navbera 19-27'ê Adarê de li gelek bajaran wê Newroz were pîrozkirin.
Li Brîtanyayê wê bi dirûşma 'Dem dema azadiyê ye' di serî de li London, Liverpool û Edinburghê di navbera 19-27'ê Adarê de li gelek bajaran wê Newroz were pîrozkirin.
Coşa Newrozê ku ji bo Kurdan nîşaneya vejîn û azadiyê ye, tevî Kurdistanê li Ewropayê jî belav bûye.
Li Brîtanyayê, mîna her sal îsal jî pîrozbahiyên Newrozê wê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd bên lidarxistin.
Bi pêşengiya Meclîsa Gel û pêkhateyên wê, Newroz wê bi dirûşma 'Dem dema azadiyê ye' di serî de li London, Liverpool û Edinburghê di navbera 19-27'ê Adarê de li gelek bajarên Brîtanyayê bê pîrozkirin.
Tê payin ku Newroz li 3 bajaran bi rengekî navendî bê pîrozkirin. Li gelek bajarên mîna Manchester, Exeter, Brighton, Sheffieldê jî wê agirê Newrozê bê dadan û bi rengekî girseyî li kolanan pîrozbahî bêne lidarxistin.
Pîrozbahiya herî navendî jî wê li Londonê bê lidarxistin. Li Londonê ciwanên Kurd ên welatparêz bi rengekî kevneşop wê Newrozê pêk bînin. Pîrozbahî êvara 19'ê Adarê wê li avahiya Navenda Civaka Kurd a Haringeyê were lidarxistin.
Serhado û Hozan Canê jî di nav de gelek hunermend û kom wê derkevin ser dikê. 21'ê Adarê jî wê agirê Newrozê bê dadan.
PÎROZBAHIYA NEWROZÊ YA LI LONDONÊ WÊ 20'Ê ADARÊ PÊK WERE
Pîrozbahiya navendî ya li Londonê wê 20'ê Adarê li Finsbury Parkê were lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr jî wê di pîrozbahiyê de amade be. Hunermend Ferhat Tûnç, Serhado, Omid Şerîfî, Hozan Canê û Koma Zelal wê hunera xwe pêşkêş bikin.
Pîrozbahiyeke din a girseyî ya Newrozê wê li bajarê Liverpoolê pêk were. Di pîrozbahiyê de ya li salona Liverpool Olympiayê ku 19'ê Adarê wê were lidarxistin, gelek hunermend wê tevlî bibin.
LI SKOÇYAYÊ DI 27'Ê ADARÊ DE NEWROZ WÊ BÊ PÎROZKIRIN
Di çarçoveya çalakiyên Newrozê de 22'ê Adarê li Parlamenta Brîtanyayê wê bi beşdariya siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen û hunermendên dostên Kurdan resepsiyonek bê lidarxfistin.
Her wiha li bajarê Edinbourg ê Skoçyayê jî Newroz wê bi rengekî girseyî bê pîrozkirin. Tevî hunermend Memozan gelek komên xwecihî wê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin. Osman Baydemîr jî wê tevlî pîrozbahiyê bibe.
'EM NEWROZÊ DIYARÎ RÊBER APO DIKIN'
Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Mîraz Serhat û Elîf Sarican li ser pîrozbahiyên Newrozê agahî dan û diyar kirin ku ew Newroza îsal bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" lidar dixin û diyarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.
BERNAMEYA NEWROZÊ YA LI ÎNGILISTANÊ
London, Newroza Ciwanan
Dem: 19'ê Adara 2022
Saat: 16:00-23:00
Adres: Navenda Civaka Kurd a Londonê
London, Newroza Navendî
Dem: 20'ê Adara 2022
Saat: 12:00-19:00
Adres: Finsbury Park
Liverpool
Dem: 21'ê Adara 2022
Saat : 17:00-23:00
Adres: Olympia, Liverpool
Edinburgh
Dem: 27'ê Adara 2022
Saat: 12:00-17:00
Adres: Navenda Civaka Kurd a Edinburghê