Newroz li Londonê bi heybet hate pîrozkirin

Newroz li Parka Finsbury a Londonê bi beşdariya zêdeyî 10 hezar kesî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hate pîrozkirin.

Li Londonê Newroza herî bi heybet a salên dawî hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd bi dirûşma 'Dem dema azadiyê ye' li Parka Finsbury a Londonê pêk hat û zêdeyî deh hezar kes tevlî bûn. Pankarteke mezin a ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan û şervanên YPG'ê yên Îngilîz ên li Rojava jiyana xwe ji dest dan, li dika pîrozbahiyê hate daliqandin.

Saziyên ser bi Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Heyva Sor, Partîzan û MLKP'ê stand danîn. Ciwanên Kurd jî bi tîşortên ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bûn, tevlî pîrozbahiyê bûn. Jinan jî bi kincên xwe yên neteweyî Newroz xemilandin.

Her wiha sînevîzyonên mezin li qadê hatin danîn ku tê de wêneyên Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîdê hatin nîşandan. Ji ber ku hewa germ bû, komunan xwarin çêkirin. Di pîrozbahiyê de alên PKK, YPG, YPJ, Kurdistanê û flamayên ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Ji bo bîranîna şehîdên demokrasî û şoreşê deqeyek rêz hate girtin û girseya gel dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Newroz", "Kujer Erdogan", "Bijî berxwedana zindanan" qîriya.

'EM Ê BI RENGEKÎ TOPYEKÛN TÊBIKOŞIN'

Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Elîf Sarican û Mîraz Serhat destpêkê derketin ser dikê û axivîn. Hevserokan bi bîr xistin ku Newroz ji bo Kurdan tê wateya berxwedan û azadiyê û destnîşan kirin, bi Newroza 2022'an re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi rengekî topyekûn têbikoşin.

Destpêkê Koma Zelal derkete ser dikê û girseya gel li ber stranên komê govend gerand. Piştî Koma Zelal Koroya Zarokan a Fîraz Dag hunera xwe pêşkêş kir. Zarokên ku bi kincên neteweyî derkete pêşberî girseya gel, bi stranên xwe pîrozbahî bêhtir xemilandin. Omid Şerîfî yê ji Rojhilatê Kurdistanê jî bi Kurmancî û Soranî stran gotin.

Bi navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk Seroka Cemxaneyê Fîlîz Koç axivî û diyar kir ku Newroz nîşaneya berxwedanê ye û işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê kir.

'RÊBER APO WÊ AZAD BIBE'

Nûnerê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ê li Brîtanyayê Mesûd Kaso jî li pîrozbahiyê axivî û anî ziman ku dewleta Tirk ne tenê li dijî Kurdên li Tirkiyeyê ye, di heman demê de li dijî Kurdên li Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Kaso destnîşan kir ku têkoşîna li dijî faşîzmê divê li tevahiya Kurdistanê bê meşandin. Bi navê TCŞ'ê jî Heval Agît axivî û diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bibe ciwanên Kurd wê li qadan bi rengekî bi heybet têkoşîn û berxwedanê bikin.

MLKP'ê jî di peyama xwe de xwest ku Newroz bibe wesîleya bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên şoreşger.

Lîderê Partiya Karker (Labour Party) a Îngilistanê ku partiya muxalefeta bingehîn e Keir Starmer peyamek ji Newrozê re şand. Keir Starmer diyar kir ku ji ber nasnameya xwe ya neteweyî cihêkarî, zext û tundî li gelê Kurd tê kirin û xwest, Newroz ji bo Kurdistanê û Rojhilata Navîn bibe wesîleya aştî, aramî û demokrasiyê.

COŞA BI STRANÊN HOZAN CANÊ

Piştre Hozan Canê derkete ser dikê û bi 3 zimanan stran got. Ji ber stranên xwe yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girseya gel coşiya. Zêdeyî deh hezarn kesên beşdarî pîrozbahiyê bûn bi Hozan Canê re strana 'Serok Apo' gotin.

Piştre jî Şaredarê Haringeyê Peray Ahmed û endamên meclîsê derketin ser dikê. Ahmed Newroz pîroz kir û anî ziman ku ji bo wî cihê rûmetê ye ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê yên Kurdan dibe.

BAYDEMÎR: PLANA TÊK BIRINÊ TÊK ÇÛ

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr ragihand jî ku pêwîstiya Kurdan bi yekîtiya neteweyî heye û got, "Divê em dost û dijminê xwe nas bikin. Îro li Efrînê bi sed hezaran Kurd kirin penaber. Sedema vê jî Enqere ye. Yên ku ji bo Ûkraynayê aştiyê dixwazin, li Kurdistanê şer sor dikin. Ev yek durûtî ye. Li dijî faşîzm û dagirkeriyê ji her demê bêhtir pêwîstî bi yekîtiya Kurdan heye."

Baydemîr destnîşan kir ku plana têkbirinê ya dewleta Tirk a li dijî Kurdan dimeşand, ji aliyê bi milyonan mirovên ku daketine qada Newrozê hatiye têkbirin. Baydemîr işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Dema ku derî li Îmraliyê tê girtin hingî xwîn û rondikên çavan dirijin, mirov dimirin. Dema ku derî li Îmraliyê têne vekirin hingî bi danûstandinan re aştî û aramî tê."

CORBYN: AŞTÎ BI AZADIYA OCALAN DIBE

Lîderê berê yê Partiya Karker û dostê Kurdan parlamenter Jeremy Corbyn jî li ber çepikan derkete ser dikê. Corbyn qala serdana xwe ya 2008'an a li Amedê kir û anî ziman ku gelê Kurd ji ber têkoşîna xwe ya ji bo nasname, ziman û çanda xwe li tundiyeke mezin a dewleta Tirk rast tê. Corbyn destnîşan kir ku wê bi têkoşîna Kurdan re be û ji bo lîderê Kurd 'Mandela yê Rojhilata Navîn' Abdullah Ocalan banga azadiyê kir. Corbyn ragihand ku divê dewleta Tirk li hevdîtinên aştiyê yên sala 2013'an vegere ku bi Abdullah Ocalan re dimeşand û got, azadiya gelê Kurd bi azadiya Ocalan dibe.

Piştî axaftinan Ferhat Tûnç derkete ser dikê. Tûnç diyar kir ku ji ber têkoşîna li dijî faşîzmê ew sirgûn bûye û destnîşan kir ku wê ti carî ji têkoşînê venegere.

Herî dawî jî Serhedo derkete ser dikê û bi stranên xwe yên rap'ê reng da pîrozbahiya Newrozê.

Axaftina dawî ya Newroza li Londonê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Londonê Sûltan Kigi ve hate kirin. Sûltan Kigi diyar kir ku gelê Kurd bi Newroza bi heybet a Londonê re nîşand a ku wê dest ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernede û ev yek ji dost û dijmin re ragihand. Kigi got, "Em spasiyên xwe pêşkêşî gelê xwe dikin ku tevlî Newrozê bûye û Newroza xwe diyarî Rêber Apo dikin."