Newroz li Helsînkiyê bi coşeke mezin hate pîrozkirin

Newroz piştî 2 salên ji ber astengiyên şewbê, li Helsînkiyê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Kurdên li Fînlandiyayê, Newroz doh êvarê bi şahiyekê pîroz kirin.

Şahiya Newrozê bi dirûşma "Tecrîdê bişikîne, faşîzmê hilweşîne, Kurdistanê azad bike" pêk hat.

Ji her aliyên Kurdistanê Kurd tevî dostên xwe beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di şahiya Newrozê de parlamenterê berê yê HDP'ê Ahmet Yildirim li ser rewşa siyasî ya li Kurdistanê û cîhanê axivî.

Piştre jî hunermend Çoman Reşîd, Şiyar û Dijwar, Alî Agirê Jiyan derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Beşdarên şahiyê heta derengiya şevê govend gerandin û Newroz pîroz kirin.