Newroz li Exeterê bi coş hate pîrozkirin
Li bajarê Exeterê yê Brîtanyayê, Kurdistaniyan bi dirûşma 'Dem dema azadiyê ye' Newroz bi coş pîroz kirin.
Li bajarê Exeterê yê Brîtanyayê, Kurdistaniyan bi dirûşma 'Dem dema azadiyê ye' Newroz bi coş pîroz kirin.
Pîrozbahiyên Newrozê yên li Brîtanyayê bi coş dewam dikin. Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd li bajarê Exeterê yê Îngilistanê Newroz hate pîrozkirin.
Pîrozbahiya Newrozê li Phoenix Exeterê pêk hat û bi sedan kesên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî bûn. Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ'ê hate xemilandin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, Dr. Allan Hassaniyan axivî. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" hatin qîrîn.
Piştî axaftinan hunermendên xwecihî, hunermend Memozan derketin ser dikê û girseya gel li ber stranên wan govend gerand.