Nêrgis Muhammedî ji ber têkoşîna wê ya li dijî sernixumandina li ser jinan tê ferzkirin û cezayê darvekirinê li Îranê, ji sala 2021’an û vir ve di Girtîgeha Evîn a Tehranê de tê ragirtin.
Nêrgis Muhammedî ku Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtibû, destûr nehat dayîn ku biçe Osloyê û xelata xwe werbigire.
Di merasîma li avahiya Şaredariya Osloyê de pêk hat, cêwîyên wê Alî û Kiana yên 17 salî yên ku ji sala 2015’an vir ve li Fransayê li sirgûnê ne, peyama ku Nêrgis Muhammedî ji hucreya xwe gihandiye bi Fransî xwendin.
Nêrgis Mihemedî diyar kir ku wê ev peyama "li pişt dîwarên bilind û sar ên girtîgehê" nivîsandiye û wiha got: "Ez jineke ji herêma Rojhilata Navîn im, li gel ku xwedî şaristaniyeke dewlemende jî, lê niha ketiye nav dafika şer û qurbaniya pêtên agir ên teror û tundrewiyê ye.”
Çalakvana 51 salî ku di van salên dawî de gelek caran hatiye girtin û mehkûmkirin, yek ji pêşenga serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” li Îranê bû.
Nêrgis Muhammedî di peyama xwe de ev tişt parve kir: “Sernixumandina bi darê zorê ya ku ji aliyê hikûmetê ve li ser jinan tê ferzkirin ne modeleke olî û ne jî çandî ye. Berovajî vê, amûreke kontrolkirin û bindestkirina tevahiya civakê ye."
Nêrgis Muhammedî ku ferzkirina sernixumandina jinên Îranî weke “şerma hikûmetê" bi nav kir û rejîma olî ya zalim û dijminê jinan şermezar kir. Nêrgis Muhammedî Komara Îslamî weke “di bingeha xwe de ji “gelê xwe re biyanî ye” pênase kir.
Nêrgiz Muhammedî bi taybetî zilm û zordarî, bindestiya sîstema dadweriyê, propaxanda û sansûr, nijadperestî û gendelî şermezar kir û got: “Gelê Îranê wê bi îradeya xwe li dijî zilm û desthilatdariyê bi ser bikeve. Ji vê yekê guman nekin, ev yek teqez e.”
Di dîroka zêdetirî sed salî ya Xelata Nobelê de, Nêrgis Muhammadi piştî Carl von Ossietzky ê Elman, Aung San Suu Kyi yê Bîrmanyayî, Liu Xiaobo yê Çînî û Ales Beliatski yê Belarêsî bû pêncemîn kesê ku di girtgîhê de xelata aştiyê wergirt.
Serokê Komîteya Nobelê Berit Reiss-Andersen axivî û ev tişt got: “Têkoşîna Nêrgîs Muhammedî dişibe têkoşîna Albert Lutuli, Desmond Tutu û Nelson Mandela (hemû xwediyên Xelata Nobelê) beriya bidawîbûna rejîma Apartheîd ê zêdetirî 30 salan li Efrîqaya Başûr berdewam kir.”
Reîss-Andersen wiha axivî: “Jinên li Îranê zêdeyî 30 sal in li dijî cudakariyê têdikoşin. Xeyalên wan ên ji bo siberojeke ronî wê dawiyê bi cih bên.”
Çêwiyên Nêrgis Muhammedî ku zêdetirî 8 sal in ji dayika xwe veqetiyane, dibêjin ew nizanin ka dê dîsa sax bibînin yan na.