Bi boneya pîrozbahiya 4’ê Nîsanê jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û damezirandina PJAK’ê li bajarê Gotenbûrg a Swîsreyê şahiyek hate lidarxistin. Di semrînerê de li gel Hevserokê PJAK’ê Siyamend Mûînî gelek kesayet û rewşenbîr amade bûn.
Hevserokê PJAK’ê Siyamend Mûînî di şahiyê de axivî û bal kişand ser 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “4’ê Nîsanê hevçerexekî dîrokî ji bo siyaset, civak û felsefeyê nîşan da.”
Mûînî qala Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kir, ev şoreş weke ronesaneseke zihnî û civakî pênase kir û wiha pêde çû: “Eger baldarî û hişyarî aliyên çep û azadîxwaz li ber çav negirin metirsî heye ku dest bi ser şoreşê bê girtin. Ev şoreş divê neşikê û berdewam bike. Derfet heye ku çend mehên pêşiya me gelê Îranê xurtir biherike kolanan. Ev şoreş divê berdewam bike heta tinekirina komara dagirker a Îranê”
Hevserokê PJAK’ê anî ziman ku desthilata Îranê tenê wek desthilat û dewlet maye, hêzeke totalîter heye û got: “Di warê aborî, siyasî, civakî û şer de ti hêza wê nemaye. Êdî ti guman nîne ku komara îslamî ji nav neçe.”
Mûînî bal kişand ser yekîtiya hêzên Kurdî ya partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê û ev nirxandin kir: “Divê Kurd bikarin malovanî ji siberoja Îranê re bike. Divê kar ji bo eniyeke Kurdistanî bê kirin. Avakirina yekîtî û hevpeymaniyeke ya gelan ava bikin.”
Hevserokê PJAK’ê Mûînî diyar kir ku ew rê nadin ku ti hewldanek bibe sedem ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji rê derkeve.
Piştî Mûînî beşdervanên tevlî şahiyê bûne jî axivîn.