BI DÎMEN

Mîrateya berxwedana 47 salî li Swîsreyê careke din hate teqezkirin

Bi boneya Cejna Berxwedana Neteweyî bi hezaran Kurdistanî li Swîsreyê hatin cem hev û azadiya Rêber Apo xwestin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zûbeyîr Aydar got: “Em bi Rêbertiya xwe bawer in. Em bi têkoşîna şehîdên xwe gihîştin vir.”

47’emîn salvegera 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî ya Kurd, li bajarê Luzern ê Swîsreyê bi çalakiyek ku ji aliyê Konseya Kurdên Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ve hatibû organîzekirin, hate pîrozkirin. Salona Werzîşê ya Messe ya ku çalakî lê pêk hat, bi hezaran Kurdistanî û dostên gelê Kurd tijî bû.

Di salonê de posterên Rêber Apo, Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê û alên KCK’ê hatibûn danîn. Kurdistanî yên ji bajarên cuda yên Swîsreyê hatin, li seranserê pîrozbahiyê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” berz kirin; azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate xwestin.

Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştî sînevîzyona çalakgerên YJK-S’ê û xwendina peyama Rêber Apo, Hevserokên CDK-S’ê silav li gel kirin. Hevserokan di axaftinên xwe de 47’emîn salvegera 27’ê Mijdarê pîroz kirin û gotin: “Damezirandina PKK’ê ji nû ve zayînek e. Ev cejn berî her tiştî li Rêber Apo, li gerîlayên azadiyê, dayikên aştiyê û li tevahiya gelê me pîroz be. Tevgera Azadiyê ya Kurd 47 sal in ji bo gelê Kurd têkoşiya. Rêber Apo dibêje, ‘Me têkoşîna hebûnê da û înkar têk bir. Niha dem dema azadiya gelê Kurd e.’ Di ronahiya agirê ku 46 sal berê hat vêxistin de, niha dem dema afirandina civakeke demokratîk e. Em ê xwedî li têkoşîna şehîdên xwe derkevin û li ser şopa Rêber Apo civakeke demokratîk biafirînin.”

TJK-E: DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE PÊVAJOYÊ

Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Şîlan Karakoçan, di axaftina xwe de bi silavkirina Rêber Apo dest bi gotinên xwe kir. Karakoçan anî ziman ku 27’ê Mijdarê ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo gelên Rojhilata Navîn jî şoreşek e û bal kişand ser nirxên ku PKK’ê afirandine. Karakoçan got, “Pêvajoya ku Rêber Apo îro daye destpêkirin, wê aştiyê bîne Rojhilata Navîn,” û tekez kir, “Weke jin, em li pişt pêvajoya ku Serok Apo daye destpêkirin in. Pêwîst e hemû beş vê pêvajoyê rast fêm bikin û piştgiriyê bidinê.”

YILMAZ: TEVGERA SOSYALÎST MIL BI MIL BI GELÊ KURD RE YE

Tuncay Yilmaz ê bi navê SYKP’ê axivî, silav li têkoşîna gelê Kurd kir. Yilmaz bal kişand ser pêngava demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin û diyar kir ku ew ê weke tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê her dem mil bi mil bi gelê Kurd re bin.

AYDAR: RÊBER APO 27 SAL IN BERXWEDANÊ DIDE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zûbeyîr Aydar, li ser civîna ku Rêber Apo 47 sal berê di 27’ê Mijdarê de li gundê Fis ê Licê pêk anîbû sekinî û destpêka berxwedana neteweyî ya Kurd bi bîr xist. Aydar got, “Rêber Apo 27 sal in bi berdêlên mezin têkoşîna xwe li Îmraliyê dimeşîne. Ji ber têkoşîna ku bi pêşengiya Rêber Apo pêş ket, dewleta Tirk gavek avêt.”

‘EM BI TÊKOŞÎNA ŞEHÎDÊN XWE GÎHÎŞTIN VAN ROJAN’

Aydar li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk sekinî û destnîşan kir ku gavên dewletê têrê nakin, lê belê ji bo pêşketinê vekirî ne. Aydar anî ziman ku ew poşman nebûne ji ti gava ku wan avêtiye û wiha axivî: “Ew bi Rêber Apo re pêvajoyekê dimeşînin. Em bi rêbertiya xwe bawer in. Ev têkoşîn têkoşîna şehîdan e. Em bi têkoşîna şehîdên xwe gihîştin vir. Ez li ber têkoşîna wan bi hurmet bejna xwe ditewînim.”

‘EM Ê BI TÊKOŞÎNÊ DESTÊ RÊBERTIYA XWE XURT BIKIN’

Aydar diyar kir ku têkoşîn ji bo tevahiya Kurdistanê ye û wiha berdewam kir: “Êdî em ê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd bixebitin. Bi banga rêbertiya me û bi têgihiştina civaka demokratîk em ê têkoşînê mezin bikin. Em xwediyê Kurdistanê ne, bila her kes vê yekê bizane. Em ê hê bêtir têkoşînê bikin û desta rêbertiya xwe xurt bikin.” Aydar bal kişand ser têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û got, “Bi saya têkoşîna hatî meşandin tecrîd hate rakirin. Niha jî em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe têkoşînê bikin.”

GLÄTTLI: DIVÊ SWÎSRE JI BO AŞTIYÊ ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE

Di çalakiyê de Parlamenterê Federal ê Partiya Keskan a Swîsreyê û Namzetê Wezîrê Kantonê yê Zûrîhê Balthasar Glättli jî axivî. Glättli diyar kir ku di serdema 2016-17’an de bi gelê Kurd re têkiliyên nêzîk daniye û ev gotin anî ziman: “Piştî 10 salan em careke din bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ne. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, firsendeke dîrokî pêşkêş dike. Em ji her demê bêtir nêzî aşitiyê ne. Vê bangê deriyê aştiyê vekir. Pêwîst e Tirkiye bersiveke erênî bide vê bangê. Ji bo vê jî em bang li Swîsre û dewletên din dikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin.”

Glättli di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin banga Rêber Apo û got, “Em weke Keskan li pişt banga Abdullah Ocalan in û piştgiriyê didinê. Em dixwazin ku dewleta Swîsreyê ji bo aştiyê zextê li Tirkiyeyê bike.”

GEL ŞAHIYEKE TÊR Û TIJÎ JİYAN KİR

Di pîrozbahiyê de hunermendên wek Koma Amed, Pınar Aydınlar, Berfîn Demir, Jan Med, Alî Karahan û Rençber Agirî bi stranên xwe coş dan gel. Bi taybetî jî bi derketina Koma Amedê ya ser dikê coş gihîşt lûtkeyê.