'Mifteya wekhevî, azadî û aştiyê Abdullah Ocalan e'

Di çarçoveya 'Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan' de li bajarên Londra, Hull, SHeffield ên Îngilistanê û bajarê Cork ê Îrlandayê pirtûkên Abdullah Ocalan hatin xwendin û peyama “Mifteya wekhevî, azadî û aştiyê Abdullah Ocalan e " hat dayîn.

Di çarçoveya “Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan“ de li bajarên Londra, Hull, Sheffield ên Îngilistanê û Cork ê Îrlandayê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin û hat gotin ku “Mifteya wekhevî, azadî û aştiyê Abdullah Ocalan e. Wê tecrîd bê şikandin û gel azad bibin.”

Di çarçoveya kampanyaya cîhanî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd di 10'ê Cotmehê de hat destpêkirin de “Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan a Cîhanê“ li gelek bajarên Îngilistan û Îrlandayê bi çalakiyên cuda hatin organîzekirin. Akademîsyen, sendîkavan, nivîskar û siyasetmedarên tevgerên Kurdistanê eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyên xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan.

Bi tevlêbûna Meclîsa Gel a Kurd, KJAR, Tevgera Azadiyê, PJAK û Civaka Azad li avahiya KCC a Londrayê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin. Çalakiya xwendina pirtûkan a bi beşdariya gelek kesan pêk hat, beşên ji pirtûkên “Berxwedana Çandan“, “Sosyolojiya Azadiyê“, “Şaristaniya Kapîtalîst“ û “Azadiya Jinê“ hatin xwendin.

‘WÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN Û RÊBER APO AZAD BIBE‘

Rêveberê KCC’ê Îshak Mîlanî ê axaftina vekirinê kir, diyar kir ku fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû cîhanê bandorek mezin çêkiriye û wiha got: “Ne tenê gelê Kurd, hemû gelên cîhanê li ser fikrên Rêber Apo yên azadî, wekhevî û demokrasiya radîkal diaxivin, lêkolîn dikin, parve dikin û her yek dibe manîfestoyek.“ Mîlanî anî ziman ku gel tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nake û wiha domand: “Em ê tu carî vê tecrîdê qebûl nekin û em ê qet hînî wê nebin. Wê tecrîd bê şikandin û Rêber Apo azad bibe."

Piştre li ser navê KJAR'ê Beyan Alî, li ser navê PJAK'ê Kawa Zone, ji Tevgera Azadî Şiwan Avare, ji Civaka Azad Aso Kemalî, ji Meclîsa Jinê ya Jiyan Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd Seyît Pirsûsî û Berfîn Dersim ji Meclîsa Jiyan a Jinan ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên Kurmancî, Îngilîzî. Soranî, Farisî û Tirkî hin beş xwendin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

‘FIKRÊN OCALAN KÛRTIR IN’

Li Londrayê jî welatparêzên Kurd li malên xwe pirtûk xwendin. Zarokên Kurdistanî Roj û Zana Arî gotin, “Em li pirtûkên Rêber Apo guhdarî dikin, dixwînin û fêr dibin. Em ji Rêber Apo hez dikin.”

Li Zanîngeha Corkê ya Îrlandayê jî pirtûkên Abdullah Ocalan hatin xwendin. Hîndekarê beşa Felsefeyê Dr. Jason Dockstader beşên pirtûka “Sosyolojiya Azadiyê“ xwend. Dockstader da zanîn ku “Sosyojiya Azadiyê“ ya di cilda sêyemîn a manîfestoya şaristaniya demokratîk de yek ji beşên herî girîng ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Kûrahiya fikir, berfirehiya xebatên Ocalan û teoriya polîtîk bê çawa li rêzkirina ramanên kozmolojîk û metafizîkî yên berfirehtir li hev tên nîşanî me dide.”

Piştre Dockstader beşa têkildar xwend û wiha domand: "Li gorî min ev yek nîşan dide ku tevahiya teoriya siyasî ya Abdullah Ocalan xwedî bingeheke kûrtir e."

Tora Piştevaniya bi Kurdan re li Zanîngeha Sheffieldê çalakiyeke xwendinê li dar xist. Gelek akademîsyen beşdarî çalakiyê bûn. Dr. Justîna, beşên pirtûka “Sosyolojiya Azadiyê“ hat xwendin.

Piştre li ser mijara “Konfederalîzma Demokratîk“ nîqaş hatin kirin.

‘LI SER TORÊN TEVKARIYÊ BERTEKA LI DIJÎ 'TECRÎDÊ’

Dema ku pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Navenda Civaka Kurd a Liverpoolê hatin xwendin, li ber Edliyeya Combain a Hullê çalakî hate darxistin. Di çalakiya li Hullê de sendîkavan Job Gibbins, Mike Whale û Paul Spooner beşên ji pirtûkên Abdullah Ocalan xwendin. Li bajarê Edinburgh ê Skoçyayê li Pirtûkxaneya Light House ji aliyê Tora Solidarity Kurdish ve çalakiyek hat organîzekirin.

 Beriya çalakiya xwendina pirtûkê ya li vir hate lidarxistin, bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan û gotin ku xwediyên modernîteya mêrperestî, desthilatdar û kapîtalîst ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin. Hat destnîşankirin ku paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan jiyana gelan a demokratîk, wekhev, azad û azadiya jinê bipergal kiriye. Di çalakiyê de beşên ji pirtûkên Abdullah Ocalan hatin xwendin û nîqaş hatin kirin.