Meşvanên Meşa Dirêj a ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destekdayîna Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û berxwedêrên grevên birçîbûnê li Baselê heta Strasboûrgê dabû destpêkirin di roja 6’ê de ye.
Berî du rojan komeke MLKP’yî tevlî meşê bibûn. Komê destnîşan kir ku azadiya Ocalan tê wateya azadiya gelên li Tirkiyeyê.
Siyasetmedar Huseyîn Yeter ê di meşê de cih digire, diyar kir ku armanca wan a sereke azadiya Ocalan, şikandina tecrîdê û parçekirina faşîzma li Tirkiyeyê ye.
‘BERXWEDAN MEZIN DIBE’
Yeter anî ziman her roja diçe berxwedan mezin dibe û got: “Her diçe ev berxwedan mezin dibe. Bi vê meşê em dixwazin ev berxwedan hê mezintir bibe. Bi vê meşê em dixwazin peyamek bidin şoreşgerên li Ewropa û kedkaran.”
Yeter bibîr xist ku dewleta Tirk zext û zilmê li Kurdan, Elewî, jinan, kedkar dike û wiha pêde çû: “Daxwaza azadiya siyasî ya gelê me bi çareseriya siyaseta pirsa Kurd ve girêdayî ye. Demokratîkbûna Tirkiyeyê bi azabûna Kurdan ve girêdayî ye. Azadiya Kurdan, azadiya jinê ye. Divê li her qadê piştgirî bê mezinkirin. Em bi hêvî ne ku wê piştevanî û berxwedana ku heyî faşîzmê hilweşîne, têk bibe.”
‘BERXWEDAN WÊ FAŞÎZMÊ TÊK BIBE’
Tayfûn Tayfûn ê li nava koma MLKP’ê ku yek ji gaziyê çalakiya greva mirinê ya sala 2000-2001’ê ye diyar kir ku gelek carna tevlî çalakiyên meşên dirêj bûye. Tayfûn diyar kir ku ji bo li dijî tecrîda li ser Ocalan û piştevaniya Leyla Guven û berxwedêrên din ên grevê bike tevlî meşê bûye. Tayfûn got: “Em di wê hêviyê de ne ku ti demê gelê Kurd serî li ber faşîzmê natewîne. Tayfûn got: “Daxwazên Leyla Guven û hemû girtiyan daxwazên me ne. Wê berxwedan Komploya Navneteweyî têk bibe.