Meşa li Torînoyê: Em ê Rêber Apo azad bikin

Defend Kurdistan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Torînoyê meşek lidarxist. Di meşê de wiha hate gotin: "Ev gel wê li hemberî tecrîd û îzolasyona li ser Rêber Apo bêdeng nemîne û em ê Rêber Apo azad bikin.”

Li bajarê Torîno yê Îtalyayê li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.

Meşa ku ji aliyê Defend Kurdistanê ve hat organîzekirin, li qada Piazza Castello destpê kir. Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Raî TV, meş heta qada Porta Palazo berdewam kir. Li vir polîsan êrîşê xwepêşanderan kir. Girse tevî astengiyên polîsan cardin vegeriya qada Piazza Castelloyê. Di daxuyaniya li vir de wiha hate gotin: “Ev gel wê li hemberî tecrîd û îzolasyona li ser Rêber Apo bêdeng nemîne û em ê Rêber Apo azad bikin.”

Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Viva Ocalan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.