Melenchon: Ev êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan e!
Namzetê berê yê Serokkomariya Fransayê Jean-Luc Melenchon diyar kir ku komkujiya Parîsê ya 23'ê Kanûnê ne tenê meseleya Kurdan e û xwest, dozgeriya antî-terorê dest deyne ser bûyerê.
Namzetê berê yê Serokkomariya Fransayê Jean-Luc Melenchon diyar kir ku komkujiya Parîsê ya 23'ê Kanûnê ne tenê meseleya Kurdan e û xwest, dozgeriya antî-terorê dest deyne ser bûyerê.
Lîderê partiya La France Insoummise Jean-Luc-Melenchon, ku muxalefeta herî bi bandor a li welêt e û li parlamentê xwedî komeke mezin e, li ser malpera xwe ya blogê nivîsek bi sernavê "Ev ne nûçeya rûpela sêyemîn e" nivîsî.
Melenchon got, "Berpirsyara jinên Kurd a li Fransayê jî di nav de sê aktîvîstên siyasî li navenda Parîsê li Navenda Çanda Kurd hate qetilkirin. Ev yek di dilan de bû sedema hêrs û êşê." Melenchon qetilkirina sê jinên Kurd ên şoreşger bi bîr xist ku 9'ê Çileya 2013'an hatin kuştin.
Melenchon anî ziman ku 10 sal di ser komkujiyê re derbas bûne lê belê hîn jî 'sira dewletê' ji ser mijarê nehatiye rakirin û pirsa "Gelo ev sira dewletê çi ye?" pirsî.
Melenchon got, "Eşkere ye ku heta bal neçe ser Tirkiyeyê, tiştek nayê dîtin" û qala zext û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan kir.
DIVÊ DOZGERIYA ANTÎ-TERORÊ LÊPIRSÎNÊ BIDE DESTPÊKIRIN
Melenchon anî ziman ku parlamenterên France Insoummise û komîteya çalakiyê ya partiyê xwestin ku sira dewletê ya li ser komkujiya beriya 10 salan bê rakirin û dozgeriya antî terorê jî têkildarî komkujiya 23'ê Kanûnê dest bi lêpirsînê bike.
Melenchon got, "Bêguman lêpirsînek tê meşandin, lê belê tecrûbeya me û gelek aktîvîstên bi vê wesîleyê amade ne, xwedî qîmetekê ye."
KESAYETÊN KU HATIN MANÎPULEKIRIN
Melenchon destnîşan kir ku ew bi rengekî yekser daxuyaniyeke eşkere li gel dikin û got, "Em bawer nakin ku kujer bi rengekî tesadûfî çû be cihekî welê ku ji bo amadekariya merasîma bîranîna komkujiya beriya 10 salan lê dihate kirin û jinên Kurd wê li wir li hev kom bibûna. Ne tiştekî matmayî ye ku ji aliyê psîkolojîk ve nexweş be. Amadekariya kuştina aktîvîstên jin, çûyîna komkujiyê ne li gorî kesekî normal e. Kuştina berpirsyara jinên Kurd û du aktîvîstên din bi xwînsarî, vê yekê radixe pêş çavan. Rabirdûya xwe jî bi heman rengî ye. Lê belê ev yek, ji dema berdanê heta bi biçekbûnê, 12 rojên derbasbûyî ecêb dike."
Melenchon got, "Di bûyera kuştina Samuel Paty de (Mamosteyê Fransî di 15'ê Cotmeha 2020'î de serê wî hate jêkirin û qetilkirin) dozgeriya antî terorê dest bi lêpirsînê kir. Çima? Ji ber ku ew pisporê herî baş ê lîstikên qirêj ên wan rêxistinan e, ku dikare 'kesayetên' nexweş ên karibin kuştinê bi wan bide kirin û manîpule bike."
EV XEFIKEK E
Melenchon bi bîr xist ku komkujiya 23'ê Kanûnê di salvegera 10'an a komkujiya Parîsê de hatiye kirin û got, "Kesayetiya mirovên hatin kuştin, cihê lê hatin kuştin nîşan didin ku ev yek xefikek e. Lê belê lêpirsîna antî terorê beriya her kesî bi tecrûbeyeke mezin dikarîbû vê bibêje."
DAXUYANIYA MACRON
Melenchon daxuyaniya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a heman piştî komkujiyê bi bîr xist û got, "Serokkomar bi gotina 'Êrîş li dijî civaka Kurd hate kirin' bûyer xist nava çarçoveyekê. Eger ev yek li ber çavan nehatibûya girtin wê anormal bibûya."
NE NÛÇEYA RÛPELA SÊYEMÎN E
Melenchon destnîşan kir ku divê "nîşaneya lawaziyê" ji kesî re neyê dayin û got, "Lewma qetilkirina Kurdan di 23'ê Kanûnê de nûçeya rûpela sêyemîn nîne. Ev yek êdî ne tenê pirsgirêka civaka Kurd e. Ev yek rastiyeke siyasî ya cidî ya ewlehiya hundirîn û derve ye. Her tişta bê kirin, wê hem li çar welatên gelê Kurd lê ne (Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraq) hem Kurdan hem jî rejîmên wan bi rê ve dibin, bi berfirehî lêkolîn bike."