'Me navê 7'ê Çileyê kir Roja Berxwedana Mezin'

Mûrat Ceylan, diyar kir ku belkî li Ewropayê yekem car çalakiyeke bi vî rengî were lidarxistin û got, “Yên ku li Fransayê ne xwedî helwesteke siyasî ne jî wê beşdarî çalakiyê bibin. Ji ber ku li Fransayê her kes têkoşîna Evîn Goyî dibînin."

Ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê ya ku paytexta Fransayê hatibûn qetilkirin û ji bo qetlîam were eşkerekirin wê li Parîsê meş û mîtîng were lidarxistin. Çalakvana jin Sûltan Oger û Berdevkê Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E Mûrat Ceylan ên ku wê beşdarî mîtîng û meşa li Parîsê bibin, girîngiya meş û mîtînga di 7'ê Çileyê de ji ANF'ê re nirxandin.

SÛLTAN OGER: Yekemîn Komkujiya Parîsê di 9’ê Çileya 2013an de pêk hat. Mixabin ya duyemîn jî di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîs a Fransayê li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya pêk hat. Ya yekem bi berfirehî hatiye nirxandin; wê bê nirxandin jî. Zêdeyî 10 sal derbas bûn. Îsal jî wê qetlîam bi slogana, ‘Sira dewletê rakin! Şerma 10 salan bi dawî bikin!’ wê di 7'ê Çileyê de li Parîsê mîtîng û meşeke girseyî were şermezarkirin.

Ger em dem, peyam û cihê komkujiya yekem binirxînin; di sala 2013’an de pêvajoya agirbestê hebû. Di demekê de ku gelê Kurd bi hestên paqij nêzî çareseriya pirsgirêka Kurd bû. Di heman demê de, ev bajar cihekî dîrokî. Lê mixabin ev komkujî li cihekî wisa pêk hat. Peyama wî jî ev bû, “Belê, nêta we ya aştiyê heye, hûn dixwazin pirsgirêka gelê Kurd bi diyalog û rêyên demokratîk çareser bikin, lê nêzîkatiya me jî ev e. Yanî qetlîam e, qetlîama Kurdan e” Ji ber vê jî jin kirin hedef.

JINÊN KURD WÊ HER DEM HESAB BIPIRSIN

Em jî dizanin ku çima jin ji xwe re kirine hedef. Têkoşîna jinên Kurd hem di çareseriya pirsgirêka netewa Kurd de hem jî di warê mirovatiya pêşverû de bi rola xwe ya pêşeng tê naskirin. Ji ber vê yekê jinên pêşeng dikin hedef. Di heman demê de em dikarin peyamên komkujiya 23’ê Kanûna 2022’an jî bixwînin. Yanî serdemeke ku hemû siyaseta stratejîk a dewleta Tirk têk diçe. Bi taybetî jî ji bo ku di vê konseptê de ji nû ve bicive, ji bo têkçûna xwe veşêre ev komkujî plan kir. Bi taybetî di şexsê Evîn Goyî de pêşengiya jinê, di şexsê Mîr Perwer de çand û hunera Kurdî û di şexsê Abdurrahman Kizil de welatparêzî û civakparêziya Kurd kirin hedef. Gelê Kurd û tevgera jinan a li Ewropayê helwesteke berdewam û bi israr nîşan dan. Helwesta dostên Kurdan û rêxistinên jinan jî eşkere bû. Ev pir girîng e. Ji aliyê hikûmetê û rêveberên Fransa ve hinek daxuyanî hatin dayîn, lê beriya her tiştî em dixwazin bibêjin; ser komkujiya yekem hat girtin. Ev polîtîkayek bû ku baweriya gelê Kurd şikand. Ji ber ku berpirsyarê komkujiyê eşkere bû. Bi qeydan re derket holê ku ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin. Bi heman awayî hemû planên wan derketin holê. Lê belê dewleta Fransayê berpirsyariya xwe ya komkujiyê bi cih neanî. Ji ber vê jî komkujiya duyemîn hat kirin. Ger qetlîama yekem bihata ronîkirin, ez bawer im qetlîama duyemîn çênedibû. Em jin û gelê Kurd em wisa difikirin, heke hûn komkujiya duyemîn ronî nekin, hûn hevparê van komkujiyan in! Gelê Kurd wê bi vî rengî li ser bisekine.

Ger Kurd ên ku tên vir li welatên ku jê tên ewlehiya jiyanê wan tunebe, di qanûnên Fransayê tê gotin ku wê ewlehiya wan li vir were misogerkirin. Ger Ewropa bibêje “Ez li vir ewlehiya we naparêzim, berpirsiyariya we nagirim ser milê we” divê bi awayekî zelal bibêje. Divê nêzîkatiyeke qanûnî be. Ger hûn me weke hêzeke siyasî bibînin, hûn ê me di warê siyasî de jî binirxînin. Hûn ê ewlehiya wan biparêzin.

Divê rayedarên Fransî jî bizane ku plansaziya vê komkujiyê ji aliyê dewleta Tirk hatiye kirin. Gelê Kurd û jinên Kurd wê vê têkoşînê bidomînin. Ji aliyê hiqûqî û siyasî ve ew ê nehêle ew dosya bê veşartin. Ji bo vê jî divê zanibin ku jinên Kurd wê her tim hesab bipirsin. Ji ber vê sedemê di 7’ê Çileya 2023’an de em jin û gelê Kurd ji bo ronîkirina van qetlîamên li navenda Parîsê û ji dewleta Tirk hesab bipirsin em ê meş û mîtîngan li dar bixin. Em di wê baweriyê de ne ku wê beşdariyeke xurt hebe. Em bawer in sazî, platformên jinan ên Fransayê, Platforma Jin Jiyan Azadî, hemû hêzên siyasî û civakî yên mûxalîf û dostên Kurdan wê tevlîbûneke xurt bikin.

ROJA BERXWEDANA MEZIN

MÛRAT CEYLAN: Berî her tiştî ez dixwazim vê bibêjim. Dijminên gelê Kurd di sala 2022’an de bi feraseta Lozanê, bi feraseta dagirkeriyê, bi nêzîkatiya tinekirina gelê Kurd û bila statuya gelê Kurd tunebe, êrîş kirin. Em van qatil û hevkarên wan, vê feraseta Lozanê şermezar dikin. Êrîşa ku dîsa li Parîsê pêk hat, berdewama êrîşa 9’ê Çile ye. Ger 9'ê Çile were darizandin… Em nabêjin bila were eşkerekirin ji ber ku jixwe eşkere ye. Dewleta Tirk bi hemû saziyên xwe ev êrîş weke dewlet qebûl kir. Lê dewleta Fransa ji bo darizandina dewleta Tirk tu gavek neavêt. 10 sal in em dibêjin, heke kujerên qetlîama 9’ê Çile neyên darizandin, hesap neyên pirsîn wê ev yek bibe sedema komkujiyên nû. Dîsa li Parîsê em gelê Kurd weke sala 2013’an di şexsê sê hevalan de dîsa hatin qetilkirin.

Li aliyê din helwesta gelê me pîroz dikim. Bi rastî gelê me di 23’ê Kanûnê de roja destpêkirina êrîşê helwesteke pîroz nîşan da. Li hemberî dijminên gelê Kurd helwesteke pîroz, helwesteke bi ruhê fermandar Evîn Goyî nîşan da. Û di heman demê de di 23'ê Kanûnê de peyamek dan dewleta Fransayê. Gelê me ji dewleta Fransayê re got, ger ez bi yek gotinê bibêjim, gelê me got êdî bes e ji Lozanê re! Ev helwesteke pîroz e.

Gelê me di 9’ê Çileya 2013’an de zêdetirî 200 hezar kes li vir kom bûn. Helwestek li gorî demokrasiya Fransa pêş xist, ku çalakiyên wê yên demokratîk li gorî demokrasiya Ewropayê bûn û nirxên wê ji Şoreşa Fransa dihatin girtin. Lê dema ku dewleta Fransayê bû sedema komkujiya duyemîn, gelê me di çarçoveya demokratîk û bi ruhê serhildan û berxwedanê de dîsa li kolanên Parîsê rabû.

ROJA BERXWEDANA MEZIN

Di 7'ê Çileyê de ku em îro weke roja berxwedanê bi nav dikin, belkî em ê cara yekem li Ewropayê çalakiyeke wiha li dar bixin. Me navê wê rojê kir roja berxwedana mezin. Wateya van çi ye? Di roja merasîma şehîdan de em armancên şehîdên xwe yên wê rojê weke deyndarê rûmetê dibînin. Em ji bo di 7’ê Çile de sond bixwin tên cem hev. Sonda me ew e ku em ê tola şehîdên xwe bistînin.Yanî em ê bibêjin êdî bes e ji feraseta Lozanê re. Di 7’ê Çileyê de em ê li kolanên Parîsê bin. Em ê ji dagirkeriyê re bêjin êdî bes e. Em ê bibêjin ku armancên şehîdan gotina me ye, deynê rûmeta me ye. Tolhildana şehîdên me jî soza me ya berdewam e. Ne tenê Kurdên li Ewropayê, bi sedan saziyên me yên dostên Fransa û Ewropayê, saziyên sivîl, kesên hilbijartî, sendîka, hêzên femînîst û hemû partiyên siyasî yên li Fransayê wê rojê bi me re bin. Kesên ku li Fransayê ne xwediyê tu helwesteke siyasî nebin jî, wê tevlî çalakiyê bibin. Ji ber ku hemû derdorên Fransayê xwe deyndarê têkoşîna Evîn Goyî dibînin, xwe deyndarê têkoşîna azadiyê dibînin. Bi sempatî nêzî felsefeya Rêber Apo dibin. Û gelê Fransayê ji çîroka ku dewleta Fransayê di destpêkê de belav kir, bawer nakin. Li hemberî vê jî wê raya giştî ya Fransayê wê di 7’ê Çileyê de beşdarî çalakiyan bibe. Ez bawer im gelê me wê bertekên xwe di asta herî jor de nîşan bide. Em ji gelê xwe re dibêjin, îro werin; dost û dijmin bila her kes bibîne. Werin em tolhildana şehîdan bikin soza xwe ya berdewam.