MARDEF’yê banga tevlêbûna çalakiya li Parîsê kir

MARDEF’ê diyar kir ku berpirsyariyeke dîrokî ya gelê Gurgumê ye ku bi dehan caran hatiye qetilkirin, tev li meşa li Parîsê bibe ku wê 7’ê Çileyê bê lidarxistin û banga pirsîna hesabê qetlîamên Parîsê kir.

Federasyona Komeleyên Demokratîk ên Gurgumê (MARDEF) ji bo meşa ku bi armanca pirsîna hesabê qetlîamên Parîsê 7’ê Çileyê li Parîsê bê lidarxistin banga tevlêbûnê li hemû Gurgumiyan û bindestan kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: 

 “23’yê Kanûna sala 2022’yan li nava Ewropayê, êrîşek li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîse hat kirin û 3 ewladên hêja yên gelê Kurd şehîd bûn. Ev êrîş û qetlîameke nemerdane ye. Ev êrîş ji aliyê kujerekê derûniya wî xerabe ve ku hêj nû ji girtîgehê derket, hat kirin. Hewila veşartina kiryar û yên dane kirin, hat dayîn, ketin wê hewilê ku rastiyê vebişêrin.

Em gelên Gurgumê ku bi caran qetlîam dîtine pir baş dizanin û îdia dikin ku ev qetlîam ne kar ne bi tenê yê ‘psîkopat’ekî ye. Ev kar, karê rêveberiya dewleta Tirk a niha ye ku di serî de Kurd li dijî Elewî û hêzên demokrasiyê dest bi şer kiriye. Bêyî hêz û piştgiriya siyasî nabe ku ev qetlîam be kirin.

Lewma em bang li gelên xwe û hemû bindestan dikin ku li dijî van qetlîamên ji bo me rewa tên dîtin, tev li çalakiya 7’ê Çileyê bibin ku wê li Parîsê bê lidarxistin.

Tevlêbûyîna vê çalakiyê berpirsyasiyeke dîrokî ya me Gurgumiyan e. Tu hinceteke me divê nebe boneyê qelskirina têkoşînê li dijî qetlîaman. Ne em bi tena serê xwe rizgar dibin ne jî bi nekirina dengê xwe ewlehiya xwe pek tînin. Ji bo pêşerojeke bê qetlîam çi ji milên kî were divê bike.

Mirovên me yên hatine qetilkirin, em bi rêzdarî bi bîr tînin, hêzên qirker şermezar dikin. Ji bo pirsîna hesabê qetlîamên Parîsê em bang dikin her kes tev li vê çalakiyê bibe.“