Lorenzo Orsetti yê YPG'î li Zurichê hate bîranîn

Ji şehîdên enternasyonal ên YPG'î Têkoşer Piling (Lorenzo Orsetti) di salvegera 4'an a şehadeta xwe de li Zurichê hate bîranîn.

Şervanê YPG'ê Têkoşer Piling (Lorenzo Orsetti) ku di pêngava rizgarkirina Baxozê de şehîd bû, li bajarê Zurich ê Swîsreyê hate bîranîn.

Bîranîn li Mala Çandê ya La Fabrica Di Zurigo pêk hat ku weke navenda çandê ya şoreşgerên Îtalyayî yên li Swîsreyê tê naskirin. Tevî malbat û dostên Têkoşer Piling ên li Îtalyayê gelek nûnerên saziyên şoreşger ên Swîsreyî û Kurdistanî jî tevlî bîranînê bûn.

Bavê Têkoşer Piling Alessandro Orsetti li bîranînê axivî û diyar kir ku kurê wî jiyana xwe di ber azadiya gelên cîhanê de da û got, "Têkoşer Piling felsefeya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan pejirand û baweriya xwe bi pêkanîna vê felsefeyê anî. Lewma berê xwe da Rojava. Di vê oxirê de weke şervanekî enternasyonalîst şehîd bû."

Di bîranînê de dokûmantera li ser jiyan û têkoşîna Lorenzo Orsetti hate nîşandan.