Li Yewnanistanê ‘Cejna Berxwedana Neteweyî’ bi coşek mezin hat pîrozkirin
Bi wesîleya 47’emîn salvegera Cejna Berxwedana Neteweyî ya Kurdistanê li paytexta Yewnanistanê Atînayê, merasîmek hate lidar xistin.
Bi wesîleya 47’emîn salvegera Cejna Berxwedana Neteweyî ya Kurdistanê li paytexta Yewnanistanê Atînayê, merasîmek hate lidar xistin.
Çalakî bi wesîleya 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî li navenda Komuna Lavrionê ya li paytexta Yewnanîstanê Atînayê hat lidar xistin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Cihê çalakiyê bi posterên Rêber Apo û şehîdên têkoşîna azadiyê hat xemlandin.
Di axaftina ku li ser navê Navenda Çandê ya Kurdistanê de hat kirin ev tişt hatin gotin, “Bi pêşengiya Rêber Apo hebûna gelê Kurd hat îsbatkirin. Ev bi berdêlên mezin ên ku ji aliyê gelê me û şehîdan ve hatine dayîn re, hatin bidest xistin. Êdî li dijî her zextê em îro dikarin bêjin ‘Em Kurd in û li vir in.’ Rêber Apo di 27’ê Sibatê de bangek dîrokî kir û pê re pêvajoya aştî û civaka demokratîk dest pê kir. Ev pêvajo wê bibe pêvajoya azadiya Rêber Apo û gelê me.”
Piştî axaftina vekirinê peyamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), DKP-BOG û rêxistinên çepgir û anarşîst ên Yewnanîstanê hatin xwendin.
Çalakî, bi koroya zarokan a Komuna Lavrion û stranên hunermend Xemgîn Bîrhat heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.