Li Yekîtiya Ewropayê lihevkirina li ser armancên avhewayê yên 2040'î

Parlamenta Ewropayê û welatên Yekîtiya Ewropayê li ser armancên avhewayê yên sala 2040'î yên Yekîtiya Ewropayê li hev kirin.

Li gorî peymanê, Yekîtiya Ewropa wê li gorî sala 1990'î emîsyona gaza serayê heta sala 2040'î di rêjeya ji sedî 90'î de bê kêmkirin. Li ser îtiraza hin welatan, ev armanc ji hin aliyan ve hate nermkrin.

Yekîtiya Ewropa wê beşek ji sedî 5 ê vê armancê jî bi kirîna krediyên karbon ên navneteweyî pêk bîne ku projeyên kêmkirina karbonê yên li derveyî Ewropayê fînanse dikin.

Ev guhertin bi taybetî ji ber îtiraza Îtalyayê di pêvajoya muzakereyê de li paketê hate bicihkirin.

Rêxistinên hawirdorê vê rêbazê bi tundî rexne dikin. Bikaranîna krediya karbonê ya navneteweyî weke "Hewldanên ji bo avhewayê derbasî welatên cuda tê kirin" pênase dikin û îdîa dikin ku ev yek wê kêmkirina emîsyonê dereng bixîne.

Peyman li ser daxwaza dewletên endam xwedî hin paşvexistinan e. Bi zexta Polonya û Macaristanê, pêkanîna li ser bazara karbon a têkildarî barhilgiriya bejahî û germkirina avahiyan ji sala 2027'an derbasî 2028'an bû.

Her wiha xaleke welê li peymanê hate bicihkirin ku piştî sala 2030'î zêdekirina bikaranîna krediya karbonê ya navneteweyî dikare jinûve bê nirxandin.

Yekîtiya Ewropa di rewşa heyî de piştî Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Hindistan û Çînê ji aliyê emîsyona gaza serayê ve li cîhanê di rêza çaremîn de ye.

Ji bo peymana lihevkirin li ser çêbû bikeve meriyetê, divê hem ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropayê hem jî li Civata Giştî ya Parlamenta Ewropayê cara dawî bê erêkirin.