Li welatên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin - HATE NÛKIRIN

Li welatên Ewropayê bi beşdarbûna bi hezaran kesî Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Li gelek welatên Ewopa coşa Newroza sala 50'emîn berdewam dike. Bi hezaran Kurd û dostên wan beşdarî Newrozê bûn û gotin: “Newroz sembola azadî û biharê ye. Agirê Newrozê azadiya gelan e û tirs û xofa dagirkeran e.“

AACHEN

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê Newroz bi meşa meşaleyî hate pîrozkirin. Kurdistaniyên ku li qada Pontorê hatin gel hev, li ber dehol û zirneyê govendê gerandin. Piştî govendê girse bi meşaleyan ber bi navenda bajar ve meşiya.

Pîrozbahî piştî gerandina govendê bi dirûşmeyên "Newroz pîroz be" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

KASSEL

Pîrozbahiya Newrozê ya ku ji aliyê TJK-E Kassel û DTKM'ê ve hat organîzekirin, îsal jî weke her sal li bajarê Kassel ê Elmanyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku li Konîgplatzê hat lidarxistin, bi axaftina vekirinê ya hevberdevkên DTKM'ê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de govend hatin gerandin û dirûşme hatin berzkirin.

ULM

Navendek din a pîrozbahiya Newrozê bajarê Ulmê yê Elmanya bû. Pîrozbahiya Newrozê bi pêşengiya ADHF, ATIF, AGIF û KON-MED yên yek ji Pêkhateyên Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ye bi beşdariya sedan kesî hate pîrozkirin.

Girseya gel li qada Munsterplatzê agirê Newrozê vêxist û li dora agir govenda azadiyê gerandin.

BORDEAUX

Li bajarê Bordeauxa Fransayê jî Newroz şahiyek heybet hate pîrozkirin. Di şahiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hildan. Di şahiyê de Hunermend Rotinda, Narînxan, Ûlaş Kelaşîn, Aras Agîr û Metîn Zîlan derketin li ser dikê û bi stranên xwe girse coşandin.

PARÎS

Aktîvîstên TCŞ’ê li paytexta Fransa Parîsê li Villiers Le Bel Suburb’ê Newroz pîroz kirin. Pîrozbahiya ku di saet 18.00‘an de dest pê kir bi govendê dewam kir. Pîrozbahiya ku dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin nêzî 3 saetan dewam kir.

STUTTGART

Ciwanên Kurd li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê li qada Kobanê bi meşale, tilîlî, al û dirûşmeyên “Bijî Serok Ap“ hatin ba hev û Newroz pîroz kirin.

Li ser banga hevpar a Tevgera Ciwanên Şoreşger, Navenda Demokratîk a Kurd a Stûttgart, Yekitiya Jinên Kurd a Elmanyayê di saet 17.30’an de li qada Kobanê li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin. Ciwanan bi sirûda “Herne Pêş“ ji bo şehîdên şoreşê rêzgirtin. Piştre ciwanan li ber stranên Kurdî govend gerandin û dirûşme berz kirin.

Piştî şahiyê bi sedan ciwanan dest bi meşê kir. Meş ji Lautenschlagerstrasse heta Schlossplatzê berdewam kir. Ciwanan di meşê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan“, “Kurdistan”, “Newroz pîroz be”, “Jin jyan azadî” û “Bijî berxwedana gerîla“ berz kirin.

Ciwanên hatin qada Schlossplatzê bi dirûşmeyan û gerandina govendê çalakiya xwe bi dawî kirin.