Li Viyanayê êrîşên li ser Elewiyan hat protestokirin

Li Viyanayê êrîşên li ser Elewiyên li Sûriyeyê hate protestokirin. Di çalakiyê hate destnîşankirin ku êrîş gihiştine asta qirkirinê û banga destwerdana lezgîn li raya giştî ya navneteweyî hat kirin.

Li Viyanayê bi armanca protestokirina êrîşên ku li Sûriyeyê li ser Elewiyan zêde dibin, daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin.

Daxuyanî ji aliyê Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) ve li Museumsquartierê hat dayîn.

Li ser navê girseyê Pir Huseyîn daxuyaniyê da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Sûriyeyê êrîşên li ser Elewiyan gihiştiye asta qirkirinê û banga destwerdana lezgîn li raya giştî ya navneteweyî hat kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi mehan in li bajarên Lazkiye, Tartus, Hama û Humsê gundên Elewiyan tê hedefgirtin, şewitandin û gelek sivîl jiyana xwe ji dest dane. Hate bi bîr xistin ku HTŞ û komên çekdar ên din êrîşên xwe yên ku nasnameya Elewî hedef digire, didomînin û hate bilêvkirin ku gundê tên dorpêçkirin, rê tên girtin û mirov ji ber nasnameya xwe tên qetilkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîş li ber çavê raya giştî ya navneteweyî pêk tê, lê bêdengî zilmê mezin dike û banga bidawîkirina êrîşan hat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Ev bang ne tenê ya Elewiyan, banga her kesên xwedî wîjdan e. Qirkirinên Elewiyan a li Sûriyeyê birawestînin. Elewîtî heye û wê hebe.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê Nurcan Guleryuz danezana bi Elmanî xwend. Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.