Li Torontoyê 'Cejna Berxwedana Neteweyî' hate pîrozkirin
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Kurdistaniyan Cejna Berxwedana Neteweyî bi coş pîroz kirin.
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Kurdistaniyan Cejna Berxwedana Neteweyî bi coş pîroz kirin.
Çalakî bi wesîleya salvegera 47'an a damezrandina PKK'ê pêk hat. Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Kanadayê li pîrozbahiyê axivîn, berxwedana gelê Kurd silav kirin û ji bo "Kombûna li dora Rêbertî" bang kirin.
Hevserokan işaret bi banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo kirin û gotin, "Tevgera Azadiyê ya Kurd 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê bi agirê ku ji aliyê çend mirovên leheng ve hate dadan, destpê kir. Ev agir 47 sal in venemirî û wê venemire."
Di çalakiyê de Înîsiyatîfa Jin a Azad a Sara bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tundiya li dijî jinan li her devera cîhanê bi şêweyên cuda tê kirin. Em li qadên fîzîkî, aborî û dîjîtal têdikoşin. Dema ku em bibin yek, ti hêz nikare li pêşiya me bisekine."
Di axaftinan de hate bibîrxistin ku pêvajoya avabûna PKK'ê berxwedana li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û înkarkirina Kurdan da destpêkirin.
Her wiha işaret bi têkoşîna kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan û Sakîne Cansiz hate kirin.
Di çalakiyê de hunermendên Kurd Mervan Tan û Hêzil derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Beşdaran jî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Bijî PKK" qîriyan û govend gerandin.