BI DÎMEN

Li Torontoyê bernameya nasînê ya NDP'ê: Em ji naskirina Kurdan kêfxweş in

Li bajarê Toronto yê eyaleta Ontario ya Kanadayê, bernameyeke nasînê hate lidarxistin ku seroka nû ya partiya NDP'ê Marit Stiles û endamê Parlamenta Eyaleta Ontario Tom Rakocevic beşdar bûn.

Seroka nû ya partiya NDP'ê Marit Stiles li ser dema nû daxuyanî da û got, "Ji bo hûn bibin xwedî maleke ku mafê we ye, xizmeteke tenduristiyê ya hûn pê piştrast be û hatineyeke ku hûn karibin pê debara xwe bikin, ez ê bibim serokwezîrek ku ji wergirtina biryarên zehmet ên rast netirsim."

Stiles demekê bi rêveberên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê re li ser rewşa Kurdan û Kurdistanê axivî û got, "Em kêfxweş in ku Kurd û Kurdistanê nas bikin."

Stiles anî ziman ku di dema herî nêz de dikare tevlî bernameya li Radyoya Kanada Kurdish bibe ku di bin sîwana komeleyê de ava bûye û got, "Em dixwazin Kurdan nas bikin û bi wan re têkiliyê dînin. Dema ji bo bernameyê bang li me hate kirin em ê bi kêfxweşî tevlî bibin."

Li eyaleta Ontario ya Kanadayê di hilbijartinên pêşwext ên 27'ê Sibatê de akademîsyen û aktîvîsta Kurd Elîf Genç ji Partiya Demokrat a Nû (NPD) bûbû namzeta parlamenteriyê.

Piştî danasîna kesên ku li Torontoyê beşdarî karên partiyê dibin, bername bi dawî bû.