Li Sydneyê civîna ‘Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan’

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî” de li Sydneyê civîn “Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan” hate lidarxistin.

Di çarçoveya “Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan a Gerdûnî” de li paytexta Awûstralya Sydneyê li ber parlamentoya eyaletê civîn hate lidarxistin. Di civînê de hinek ji berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin û azadiya wî hate daxwazkirin.

Stand hate danîn û berhemên Abdullah Ocalan hatin pêşkêşkirin. Ji xeynî Kurdistaniyan senatorê Partiya Keskan David Shoebridge, Edîtorê rojnameya Greenleft Peter Boyle, Afirênerê Filmên Belgesel Jake Loyds jî beşdarî merasîmê bûn, axivîn û berhemên Abdullah Ocalan xwendin. Endama Fakulteya Hiqûq û Edaletê ya Zanîngeha NSW a Sydneyê Dr. Vicki Sentas û senatora berê ya Partiya Keskan Lee Rhiannon ku nekarîn beşdarî merasîmê bibin, peyamên bi dîmen şandin û wiha gotin: “Ji bo ku pirsgirêka Kurd bi aştiyane û demokrasiyê çareser bibe, divê PKK demildest ji lîsteya terorê bê derxistin û divê Abdullah Ocalan azad bibe.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” bi dawî bû.