Li Sydneyê bîranîna Komkujiya Parîs û Roboskiyê

Bi boneya salvegera komkujiyên li Parîs û Roboskiyê qewimîne, li bajarê Sydney ê Avûstralyayê bîranîn hat lidarxistin.

Civîna bîranînê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sydney (NCKD) hat lidarxistin û gelek Kurd û berdevkên partiyên Kurdistanî yên li bajêr dijîn, tevlî civînê bûn.

Berdevkê YNK’ê yê Avûstralyayê Dr. Mûhafiq Soran û endamên YNK’ê jî di nav beşdarvanan de bûn.

Di civîna bîranînê ya bi sirûda Ey Reqîb bi deqeyek rêzgirtinê destpê kirî de, Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encu bi vîdeo beşdarî civînê bû û diyar kir ku hîna faîlên Komkujiya Roboskiyê nehatine darizandin.

Encu destnîşan kir ku hem di komkujiya Roboskî û hem jî ya Parîsê de, heta ku edalet pêk bê wê têkoşînê xurttir bikin.

Di axaftina li ser navê komîteya amadekar hat kirin de jî wiha hat gotin: “Em ê ji bo ku ev komkujî demildest bên ronîkirin, çi ji destê me tê wê bikin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Dewleta Fransa divê demildest dest ji vê bêdengiyê berde, guh bide daxwaza gelê Kurd a edaletê û berpirsyariya xwe pêk bîne.”