Li Sydneyê 8’ê Adarê hate pîrozkirin

Li bajarê Sydneyê yê Awûstralyayê 8’ê Adarê hate pîrozkirin.

Li bajarê Sydneyê yê Awûstralyayê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi pêşengtiya DKTM Sydneyê ve hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan, Berdevaka Tevgera Jinên Başûrê Emerîkayê, Berdevka Yekitiya Nivîskarên Navneteweyî ya Sydneyê, jinên Kurd û dostên wan tevlî pîrozbahiyê bûn.

Senatorê Partiya Keskan ê berê Lee Rhiannon anî ziman ku têkoşîna jinên Kurd hêviyê dide têkoşîna me.

Berdevka Komîteya Tifaqa Yekîtiya Sosyalîst Susan Price, Edîtora Rojnameya Green Left Weekly Pip Hinman, Berdevka Jinan a Başûrê Amerîkayê Poula Sentos, Berdevka Pena Navneteweyî ya Sydney Claudia Taranto û aktîvîsta Kurd Ruken Kulu jî di çalakiyê de axivîn.

Piştî daxuyaniyê diyarî ji bo jinan hate dayîn.

Piştre Hunermend Rojda derket li ser dikê û bi stranên xwe jin coşandin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.