Li Swîsreyê rojeva civînên gel tecrîd û azadiya Abdullah Ocalan e
Li bajarên Zurîh û St. Gallen ên Swîsreyê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civînên gel hatin lidarxistin.
Li bajarên Zurîh û St. Gallen ên Swîsreyê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civînên gel hatin lidarxistin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar beşdarî civîna Zurîhê bû. Parêzer Mahmût Şakar jî beşdarî civîna li St. Gallenê bû. Di civînên gel ku gelek kes beşdar bûn de bal hat kişandin ser pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku ji aliyê dostên Kurdan ve hatiye destpêkirin.
‘JI BO RÊBER APO BEŞDARÎ PÊNGAVÊ BIBIN’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar beşdarî civîna ku li loqala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (Dem-Kurd) hat lidarxistin bû. Civîn ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi pêşkêşiya Zubeyîr Aydar berdewam kir.
Zubeyîr Aydar di axaftinên xwe de bal kişand ser pêngava xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji aliyê dostên Kurdan ve ji ber 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan hatiye lidarxistin û wiha got: “Îro 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan e. Îro dostên gelê Kurd ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber Apo, li gelek cihên cîhanê pirtûkên wî dixwînin. Bêrê dostên Kurdan nebûn, lê îro bi saya Rêber Apo dostên Kurdan li her derê cîhanê ramanên wî dixwînin, fêr dibin û fêr dikin.
Pêngava ku bi pêşengiya dostên Kurdan ji bo Rêber Apo hatiye destpêkirin, pir watedar e. Ji bo vê pêngavê erkên mezin dikevin ser milên me hemûyan. Ne tenê em, divê hewl bidin kesên li derdora me jî tevlî vê pêngavê bibin.”
Zubeyîr Aydar bal kişand ser hilbijartinên ku wê 2024’an de li Tirkiyeyê bên kirin û diyar kir ku mafê dengdanê yê kesên li derveyî li welêt nîne, lê divê her kes malbat û derdora xwe ji bo van hilbijartinan seferber bike.
‘TIRKIYE JI ÎSRAÎLÊ HOVTIR E’
Aydar îşaret bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava kir û pêvçûna di navbera Îsraîl û Fîlîstînê de jî nirxand. Aydar diyar kir ku ew li dijî êrîşên dewleta Îsraîlê yên li dijî gelê Filîstinê ne û wiha berdewam kir: “Em ne mantiqê dewleta Îsraîlê ne jî ya Hamasê qebûl dikin. Dema li wê derê zarok û sivîl tên qetilkirin, dilê me dişewite. Çareserî paradîgmaya Rêber Apo ye. Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan her roj derdikeve û dibêje ez li ba gelê Fîlîstînê me. Lê tiştên ku li Rojava dike ji pêkanînên Îsraîlê hovtir e. Li Rojava santralên elekrîkê, embarên genim, dibîstan, nexweşxane û mizgeft hatin hefef girtin.”
Aydar bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Rêber Apo bi salan di bin tecrîdeke girankirî de ye. Divê gelê Kurd û dostên wan xwedî li Rêber Apo derbikevin. Ji ber vê yekê divê em li ser bingeha yekitiya netewî ya Kurd bi hemû kesan re biaxivin.”
Piştî axaftinên Aydar, civîn bi nêrîn û axaftinên beşdaran dewam kir. Hunermendên Dem-Kurd helbesta “Ez Kurdistan im" gotin û civîn bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.
DI CIVÎNA GEL A ST GALLENÊ DE TECRÎDA ÎMRALIYÊ HAT NÎQAŞKIRIN
Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Wînterthûr û Navenda Civaka Kurd a St. Gallen ve li ser tecrîdê civîna gel hat lidarxistin. Civîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a St. Gallenê hat lidarxistin. Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mahmût Şakar weke axaftvan beşdarî civînê bû.
Gelek kes ji Wînterthûr û St.Gallenê beşdarî civînê bûn. Parêzer Mahmût Şakar di civînê de axivî û têkîdarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan agahiyên nû dan. Şakar wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê bi komploya navneteweyî re dewam dike. Bûye tecrîdekî mayînde.”
Şakar anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji sala 2011’an ve tê pêkanîn û astengkirina hevdîtinên parêzeran jî wê demê destpê kiriye.
Piştî axaftinê, parêzer Mahmût Şakar pirsên beşdaran bersivan û civîn dewam kir.