Li Swîsreyê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê dest pê kir
Li bajarên Aaraû û Chûr ên Swîsreyê bi merasîman, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.
Li bajarên Aaraû û Chûr ên Swîsreyê bi merasîman, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.
Bi boneya sala 74’emîn a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Aaraû û Chûr ên Swîsreyê pîrozbahî hatin lidarxistin.
AARAÛ
Li Aaraûyê Meclîsa Jinan a Rojbîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk merasîmek li dar xist. Merasîm di şexsê Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Meclîsa Mehmet Tûnç a Aaraûyê Idrîs Ûzkaş li vir axivî û got: “Ji dayikbûna Rêbertî, ji dayikbûna gelekê ye.”
Berdevka Meclîsa Jinan a Rojbîn Dîlan Çetînkaya jî axivî û wiha got: “Em weke gel gelek bi şans in ku xwedî Rêbertiya wiha ne. Rojbûna Rêbertî, rojbûna gelê Kurd e. Em tecrîda li ser Rêbertiya xwe şermezar dikin. Em ê heta mîsogerkirina azadiya Rêbertiya xwe, têbikoşin. Rojbûna te pîroz be, ey Serokê me.”
Di merasîmê de helbest û muzîk hatin guhdarkirin.
CHÛR
Meclîsa Gel a Chûrê li Navenda Gelê Kurd a Demokratîk bi merasîmekê sala 74’emîn a rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir. Di merasîmê de bal hat kişandina ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û wiha hat gotin: “Em rojbûna Rêbertiya xwe pîroz dikin. Sala 2023’an wê bibe sala azadiya Rêbertiya me.”
Li Swîsreyê roja 4’ê Nîsanê wê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) pîrozbahî dewam bikin.