Li Swîsreyê Komeleya Çandê ya Rojava hat vekirin

Li bajarê Kloten ê kantona Zûrîhê Komeleya Çandê ya Rojava hat vekirin. Di vekirina komeleyê de Şehîdên Qamişloyê hatin bîranîn.

Li bajarê Kloten ê kantona Zûrîh ê Swîsreyê Komeleya Çandê ya Rojava hat vekirin.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava Bedran Çiya Kurd, Abdulkerim Omer, Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Selma Surer, Nûnerê Meclîsa Neteweyî ya Behtnahrînê (ESU) Shleymûn Elber Rhawî, Nûnerê PYD’ê yê Swîsreyê Elî Omer, Endamê Tevgera Ziman a Rojhilat Azad Rojhelat, nûnerên PJAK’ê û gelek Kurdistanî tev li vekirina Komeleyê bûn.

Vekirina komeleyê bi birîna qurdeleyê ya ji aliyê zarokan ve destpê kir. Piştre bi boneya salvegera  Komkujiya Qamişloyê ku di 12’ê Adara 2004’an de ji aliyê rejîma Baas ve li hemberî gelê Kurd pêk hat, şehîd hatin bibîranîn.

Bîranîn bi deqeyekê rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Hevserokên Komeleya Çandê ya Rojava Mehmûd Hisên û Mûntaha Dêrik axaftinek kirin û beşdaran silav kirin.

ŞEHÎDÊN QAMIŞLOYÊ HATIN BIBÎRANÎN

Piştre, Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava Bedran Çiya Kurd mafê axaftinê girt. Çiya Kurd şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anî û wiha got, “Îro salvegera serhildana Qamişlo ye. Ev serhildan li hemberî înkar, îmha û zilmê destpê kir. Ji Qamişloyê heta Heleb û Şamê bi dehan şehadet çêbûn. Wan şehîdan binesaziya Şoreşa 19’ê Tirmehê danîn. Destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya wan şehîdan bû. Em şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Şoreşa ku di 12’ê Adarê de dest pê kir, girîng e. Lewma îro ji bo me rojek pîroz e.”

Bedran Çiya Kurd anî ziman, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî destkeftiyên li Rojava bêyî navber didomin û wiha axivî: “Ji bo tunekirina destkeftiyên li Rojava, dixwaze bi rêveberiya Esad re têkiliyên xwe pêş bixe. Dixwaze li hemberî Kurdan bi her kesê re tifaqê çêbike û her kesê bike şirîkê qirkirina Kurdan. Me rûyê qirêj a dewleta Tirk bi vê erdhejê re careke din dît. Ji bo erdhejên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê alîkarî nehat dayîn û bû sedem ku gelê me di bin kavilan de, ji sarma jiyana xwe ji dest bidin. Bi ser re jî alîkariya gel jî asteng kir. Ev zîhniyeta faşîst gelê me qir kir.”

Piştî axaftinên Çiya Kurd sînevîzyona ku ji bo Şehîdên Qamişlo hatibû amadekirin, hat temaşekirin. Hevseroka CDK-S’ê Selma Surer, Nûnerê ESU Shleymûn Elber Rhawî, Nûnerê PYD’ê yê Swîsreyê Alî Omar û li ser navê PJAK, El Partî û Tevgera Ziman a Rojhilat axaftin hatin kirin. Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.