Li Swîsre coşa Newrozê
Li gelek bajarên Swîsreyê bi beşdabûna gelek kesan Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Li gelek bajarên Swîsreyê bi beşdabûna gelek kesan Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Li gelek bajarên Swîsreyê bi sedan kes li hev kom bûn û bi coşeke mezin Newrozê pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de doza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
LOZAN
Li bajarê Lozanê Kurd û dostên wan li parka Montbenonê li hatin ba hev û heta qada şahiya Newrozê meşiyan. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hildan. Di meşê timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin. Dema girse gihişt qada Newrozê ji bo şehîdan rêzgirtin û agirê Newrozê vêxistin.
Di şahiyê de Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Lozanê Sîtkî Demîr axivî û destpêkê Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, girtiyên li zindanan li berxwe didin û li hemû eniyên berxwedanê pîroz kir.
Piştî axaftinan girseyî li ber stranên Kurdî govend gerandin û dirûşme berz kirin.
SOLOTHURN
Cihê din ê pîrozbahiya Kurdistaniyan bajarê Solothurnê bû. Gelê Kurdistanê bi meşaleyên ku li qada 1’ê Gulanê vêxistin ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Gel dirûşmeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berzkirin. Piştî meşê girseyê berê xwe da qada 1'ê Gulanê ya ku wê pîrozbahî lê were lidarxistin.
Li qadê axaftin hatin kirin û agirê Newrozê hate vêxistin.
LUZERN
Li bajarê Luzernê jî meşek bi heybet pêk hat.
Kurdistanî û dostên wan li qada Verkehrshausê hatin ba hev û dest bi meşê kirin. Girseya gel bi dirûşmeyên “Bijî Seroka Apo“ heta qada Helvetiaplatzê meşiyan.
Li qada Helvetiaplatzê agirê Newrozê hate vêxistin û li dora agir govend hate gerandin.
CENEVRE
Li Cenevreyê jî Kurd li Qada Chanpouletê hatin ba hev û meşek meşaleyî li dar xistin. Girseya gel heta qada ku wê pîrozbahî lê hat lidarxistin meşiya. Girse piştî gihişt qadê agirê Newrozê vêxistin û li ber stranên Kurdî govend gerandin.
BIEL
Li Bîelê jî gel li qada Kongrehausê pîrozbahî hate lidarxistin. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Bernê Burhan Karakoç sala 50.a Azadiyê pîroz kir û bi wesîleya Newrozê axaftinek kir.
Serokê Şaredariya Bielê Erich Fehr jî tevlî pîrozbahiyê bû û Newroza Kurdan pîroz kir.
Li qadê agirê Newrozê hate vêxistin û li dora agirê azadiyê govend hate gerandin.