Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Li Swêdê, Kurd û dostên wan li dijî êrîşên li ser Rojava li qadan in

Êrîşên qirkirinê yên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û Tirkiyeyê, her roj ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê ve bi meş û mitîngan tên protestokirin. Bi deh hezaran kes tevî hewaya sar jî xwedî li Rojava derkevin.

Kurdistanî û dostên wan li bajarên cuda ên Swêd li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û Tirkiyeyê, kolanan tijî kirin. Girseyê tevî hewaya sar jî daketin qadan û bi ruhê yekîtiya neteweyî bi meş û mitîngan xwedî li Rojava derketin.

Di protesyonên li bajarên cuda ên Swêdê de, tevlîbûn ji çar parçeyên Kurdistanê çêbûn û îşaret bi yekîtiya neteweyî hate kirin. Girseyê diyar kir ku êrîş hişmendiya neteweyî ya gelê Kurd xurt dikin û ragihandin ku ew ê her roj ji bo Rojava li qadan bin.

Girseyan bi dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bijî yekîtiya gelê Kurd”, “Jin, Jiyan, Azadî” qadan tijî kirin. Her wina pankartên, “Rojava biparêze” û alên YPG-YPJ’ê hilgirtin.

STOCKHOLM

Li bajarê Stocholmê, girse li qada Sergels Torgê li hev civiya. Beşdaran bi hilgirtina alên YPG û YPJ’ê axaftinan kirin û bi dirûşmeyan bertekên xwe nîşan dan.

GOTEBORG

Li bajarê Goteborgê, bi hezaran kes li qada Brunnsparkenê li hev civiyan. Beşdaran bi axaftin û dirûşmeyan xwedî li şervanên ku li ber xwe didin derketin.

HELSINGBORG

Kurdistanî li bajarê Helsînborg ê Swêdê jî bo protestokirina êrîşên li ser Rojava çalakî lidarxistin. Beşdaran banga rawestandina hewldanên qirkirinê yên li ser Rojava kirin.

Di axaftinên li qada  Centralstationê de hate destnîşankirin ku terora DAÎŞ’ê ji aliyê ciwanên Kurd ve hate rawestandin û hate diyarkirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî bêexlaqî û bêrêgezî ye. Têkoşîna demokrasiyê ya ku bi pêşengiya jinên Kurd tê meşandin, wekî ‘têkoşîna rewa ya rast’ hate binavkirin.

Beşdaran di çalakiyê de dirûşmeyên “Terorîst Colanî”, “Colanî û DAÎŞ’ê heman in” berzkirin û bal kişandin ser bêdengiya navneteweyî.

Çalakî, bi peyamên piştevaniyê ji bo Rojava bi dawî bû.

GAVLE

Gireya ku li qada Stortorgetê li hev kom bûn, tevî alên YPG-YPJ’ê meşiyan.

KARLSTAD

Kurdistanî û dostên wan ên li qada Stortorgetê li hev civiyan, tevî hewaya sar jî tevî dirûşme û sirûdan meşiyan.

Nêzî 2 hezar kes tevlî mitînga ku cara ewil hate lidarxistin bûn. Girseyê  li Stortorgetê kom bûn û ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Çalakî bi mitîngê bi dawî bû.