Li Swêd û Yewnanîstanê li dijî tecrîdê dîplomasî û çalakî

Li Stcokholmê çalakgera bi rêveberên Navenda Olof Palme ya Navnetewî re civiyan. Li Borlangeyê jî serdana şaredar û partiyan hate kirin. Li Atînayê jî meşek bêdeng hate lidarxistin.

Çalakgerên li Stcokholmê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne bi rêveberên Navenda Olıf Palme ya Navnetewî re civiyan.

Hevdîtin li buroya navenda desteyê hate kirin, ji çalakgerên grevê Lehon Lehonî, Fadîme Duzgun û Mûdfîde Yildiz, ji ‘Platroma Piştevaniya bi Çalakgerên Greva Birçîbûnê’ Latîfe Fegan seroka Navenda Olof Palme Anna Sundstrom, Berpirsa Maseya Tirkiyeyê Helîn Şahîn û Berpirsa Maseya Sûriye û Rojavayê Sahra Danîella Barsooûm Malkî beşdarî civînê bûn.

Çalakgeran têkildarî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîda dewleta Tirk A li ser Ocalan pêk tÎne, zext û êrîşên li dijî hevşarear û rêveberên HDP’ê rêveberên Navenda Olof Palmeyê agahdar kirin.

Çalakgerên greva birçîbûnê bêdengiya cîhana ji derve ya li dijî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîd û bihiqûqiyê rexne kir û ji Navenda Olof Palme daxwaz kirin ku xwedî helwest bikin.

SÛNDSTROM: DAXWAZ REWA Û QANÛNÎ NE

Sundstrom got, daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê û Leyla Guven rewa û qanûnî ne. Sundstrom diyar kir ku ew li dijî tecrîdkirina Ocalan in û wiha domand; “Astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran ku demeke dirêje pêk nayê rê li ber fikarên mezin vedike. Kesên hatine mehkûm kirin jî dinav de divê hemû girtî ji mafên xwe sud birin. Divê Tirkiye li gorî peymanên navnetewî ku îmze kirine tev bigere.”

Sundstrom soz da ku ew ê bi sifata seroka Navenda Olof Palmeyê mijarê bi Wezîra Karê Derve Mrgot Walsstrom re bicive.

Çalakgerên greva briçîbûnê li Qada Odenplanê kon danîn û bê navber dirûşmeyên teşhîrkirina tecrîd û dewleta Tirk berz dikin. Banga piştevaniya bi çalakgerên greva birçîbûnê li raya giştî û hikûmeta Swêde hate kirin.

LEHONÎ: RAKIRINA TECRÎDÊ JI BO HER KESÊ GIRÎNG E

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Goteborgê Lehon Lehonî jî got ji bo rakirina tecrîdê li Tirkiye, Kurdistan, Ewropa û welatên din grevên birçîbûnê didomin.

Lohanî got, ev sê sal in tecrîdekE girankirî li ser Ocalan tê kirin, hevdîtina malbat û parêzeran tê astengkirin. Rakirina tecrîdê ji bo hemû Rojhilata Navîn, Tirkiye û cîhanê jî girîng e.

Lohanî bi domdarî got; “Ji bo aşitiya di navbera Kurd û Tirkan de divê cîhana ji derve piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê bike. Divê hemû parêzvanên mafên mirovan û kesên aligirên aşitiyê li dijî tecrîdê xwedî helwest bikin.”

AKÎKOL: TECRÎD FAŞÎZM Û ŞER GIRANTIR DIKE

Azîz Akîkol ê ji Malmoyê hatî û beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûyî wiha got; “Tecrîda girankirî ya li ser Ocalan tê wateya şerê heyî dom bike, faşîzm kurtir bibe û rê li ber xwîn û girî veke. Rakirina tecrîdê tê wateya rawestandina şer û têkbirina faşîzmê. Heta ku tecrîd neyê rakirin ne faşîzm têk diçe û ne jî şer wê bisekine.”

Akîjol bêdengiya cîhan ji derve ya li dijî grevên birçîbûnê rexne kir û bang li parêzvanên mafên mirovan û demokrasî, welatên Ewropa û Swêdê kir ku li dijî tecrîdê xwedî helwest bin.

BORLANGE

Çalakiya greva birçîbûnê ya bajarê Borlange ê Swêdê di roja 2’an de ye. Îro çalakger çûn serdana partî û şaredariyan û dosyayên di derbarê tecrîdê de dan wan. Televîzyona dewletê ya Swêdê jî hate cihê çalakiyê û di derbarê daxwazên berxwedêran de hevpeyvîn kirin. Çalakger li qadê belavok belav kirin.

ATÎNA

Li qada Monastira ya paytexta Yewnanîstan Atînayê ciwanên Yewnanî, Îspanyolî û Kurd ên bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger kom bûyî, bi armanca protestokirina tecrîdê û xwedîderketina berxwedêrên greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Girseya ku êlekên spî li xwe kirî, bal kişandin ser grevên birçîbûnê û diyar kirin ku li Kurdistan, Ewropa û deverên cuda yên cîhanê bi hezaran kes bi armanca dawîkirina tecrîrê di greva birçîbûnê de ye. Gel û turîstan eleqeyeke zêde nîşanê belavokên Îngilîzî û Yewnanî hatin belavkirin, dan.

Hate diyarkirin ku li Atînayê bi armanca xwedîderketina berxwedêrên greva birçîbûnê, wê standeke agahdariyê bê vekriin.