Li Stuttgartê ji bo piştgiriya bi Şengalê re şevek hate lidarxistin
Li Stuttgartê di şeva piştgiriyê de Koma Amed derkete ser dikê. Hatineya ji şahiyê wê li Şengalê ji mirovên hewcedar re bê dayin.
Li Stuttgartê di şeva piştgiriyê de Koma Amed derkete ser dikê. Hatineya ji şahiyê wê li Şengalê ji mirovên hewcedar re bê dayin.
Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi piştgiriya Enstîtuya Lêkolînên Cihêreng û Tenduristiyê E.V. (GeDiv) û Kurdische Gemeinde çalakiyeke piştevaniyê hate lidarxistin û bi sedan Kurdistanî û Elman tevlî bûn. Şahî li salona Staatministerium Stuttgartê pêk hat.
Di şeva piştevaniyê de Koma Amed derkete ser dikê. Hatineya ji şahiyê wê li Şengalê ji mirovên hewcedar re bê dayin.
GeDiv ku bi pêşengiya Prof. Dr. Îlhan Kizilkaya kar dike, saziyeke civakî ya sivîl e ku heta niha bi dehan projeyên ji bo piştgiriya bi bajarên Kurdistanê re çalakî kiriye.
Gelek siyasetmedarên Elman jî beşdarî çalakiyê bûn. Wezîrê Çandiniyê yê berê yê Partiya Keskan Cem Ozdemîr jî li salonê amade bû. Piştî axaftinan Koma Amed li ber çepikên beşdaran hunera xwe pêşkêş kir.