Li Stûttgartê ji bo Ahmet Şoreşe û Firat Neval konê sersaxiyê hat danîn
Ji bo Ahmet Şoreş û Firat Neval li Stûttgartê konê sersaxiyê hat danîn û merasîma bibîranînê hat lidarxistin.
Ji bo Ahmet Şoreş û Firat Neval li Stûttgartê konê sersaxiyê hat danîn û merasîma bibîranînê hat lidarxistin.
Ji bo Şervanên MLKP’ê Ahmet Şoreş (Zekî Gurbuz) û Firat Neval (Ozgur Namoglû) ku di êrîşa dewleta Tirk a bi ser Rojava de şehîd bûn, li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê konê sersaxiyê hat danîn.
Merasîma bibîranînê li Lînkes Zentrûmê hat lidarxistin. Malbatên şehîdan û bi sedan kes tev li konê sersaxiyê bûn ku ji aliyê MLKP’ê ve hat danîn.
Li salona sersaxiyê, merasîma bibîranînê jî hat lidarxistin. Merasîm, bi rêzgiritina ji bo şehîdên azadî sosyalîzmê dest pê kir. Di merasîmê de li ser navê malbatan û MLKP’ê axavtin hatin kirin.
Di axavtina li ser navê malbatan û MLKP’ê hatin kirin de, îşaret bi derketina xwedî li şehîdan û geşkirina têkoşînê li dijî dewleta Tirk a mêtinger hat kirin û wiha hat gotin: “Ev êrîşa bi ser Ahmet Şoreş (Zekî Gurbuz) û Firat Neval (Ozgur Namoglû, perçeyekê konsepta şer a rejîma faşîst e ku li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê xistiye dewrê.“
Di merasîma bibîranînê de dirûşmeyên “Hevrê Zekî nemir e, hevrê Ozgur nemir e“, “Fermandar Ahmet sax e, MLKP şer dike“ û “Şehîd sax in, MLKP şer dike“ hatin berzkirin.
Bibîranîn, bi banga tevlêbûna bibîranîna ku wê roja Yekşemiyê saet di 14.00’an de li Kulturhaus ARENA, Ûlmer Str. 241, 70327 Stûttgart (Wangen)ê bê lidarxistin û bi gotina sirûd, stran û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.