Li Stûttgartê ciwanan bal kişand bi ser tecrîdê
Li Stûttgartê, komek ciwanên TCŞ’yî, ji bo balê bibin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya wî, rê birî.
Li Stûttgartê, komek ciwanên TCŞ’yî, ji bo balê bibin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya wî, rê birî.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Stûttgartê ku bajarekê Elmanyayê ye, ji bo balê bikêşin bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku 25 sal in lî Îmraliyê dîl tê ragirtin, rê girt.
Ciwanan, pankartê li ser “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya me ye” nivîsandî, vekir û bi demeke kin rê girt û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Ciwan, fedaiyên Rêber Apo ne” berz kirin.
Ciwanan, bi çalakiya ku li dar xist, bang li hemû gelê Kurd ê welatparêz kir ku li ber polîtîkaya îmhakirina li dijî gelê Kurd a di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, rabibe û têkoşînê li her derê geş bike.