Ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, li Navenda Çandê ya Arenayê ya bajarê Stûttgart ê Elmanyayê şîn hat danîn.
Di şînê de pankarta bi nivîsa “Ne erdhej, faşîzma Erdogan kuşt” hate daleqandin. Ji bilî malbatên ku xizmên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, saziyên Kurdistanî û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Fatoş Goksûngûr tev li şînê bûn.
Di şînê de ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane mûm hatin pêxistin û sînevîzyona ku mezinahiya karesata erdheja li Kurdistanê nîşan dide, hat temaşekirin.
Malbatên ku xizmên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, axivîn û diyar kirin ku hemû jiyana wan di bin kavilan de mane. Malbatan anîn ziman, ku piştevaniya madî û manewî wan li ser lingan dihêle.
Di şînê de der barê gihandina alîkariyan ji bo Heyva Sor a Kurdistanê jî agahî hatin dayîn.