Li Strasboûrge salvegera 7’emîn a avakirina HBDH’ê hate pîrozkirin
Li Strasboûrge salvegera 7’emîn a avakirina HBDH’ê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de peyama ‘Şoreşa yekgirtî pêkan e’ hate dayîn.
Li Strasboûrge salvegera 7’emîn a avakirina HBDH’ê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de peyama ‘Şoreşa yekgirtî pêkan e’ hate dayîn.
Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê Li Strasboûrge salvegera 7’emîn a avakirina HBDH’ê hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Endama Konseya Giştî ya HBDH’ê Hêvî Sarya û Endamê Komîteya Rêveber a HBDH’ê Tekîn Yoldaş derbarê sala nû ya têkoşînê û 8’ê Adarê peyameke bi vîdeo şandin.
Di pîrozbahiyê de li ser navê HBDH’ê Baran Yakût axivî. Yakût diyar kir ku HBDH di nav şer de ava bûye û got “Pratîka heta niha ya HBDH’ê li hemû enî û qadên têkoşînê bûye pratîka şer. Ev pratîk li hemberî faşîzmê bi biryardariya şer derketiye holê û di şer de xwe li herî pêş bi cih kiriye. Li ku derê têkoşîneke li hemberî faşîzmê û pratîka şer hebe, HBDH li wir li herî pêş xwe bi cih kiriye. HBDH’ê bi pratîka yekîneya şoreşger û şervan a vê axê, xeteke zexm ava kiriye. Şer didome. HBDH jî bi coş, bawerî û biryardariya roja pêşîn ji bo serfiraziyê şer dike.
HBDH ji bo azadiya gelan, ji bo ciwanên ku pêşeroja wan hatiye tunekirin, ji bo kedkar heqê keda xwe bistînin, ji bo ku tarîtiya mêrserwer were tunekirin û ji bo hilweşandina zindanan şer dike. HBDH ji bo şoreşa yekgirtî şer dike. Em hemû nemirên qehreman ên şoreşa yekgirtî bi hurmet silav dikin û soza xwe ya serfiraziyê ya ku me daye wan, dubare dikin.”